Xelatên Festivala Yilmaz Guney hatin dayîn

Nivîskar Ferhadê Mihemed di beşa çîroka Kurmancî da, Wergêr û helbestkar Bernas Qerejdaxî jî di beşa helbesta Kurdî da hatin xelatkirin.
kurdistan24.net

Enqere (K24) – Xelatên 3'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Yilmaz Guney ji ber pandemîyê bêyî merasîmekê li kesên ku hêjayî xelatê hatine, hatin belavkirin. Nivîskar Ferhadê Mihemed di beşa çîroka Kurmancî da, Wergêr û helbestkar Bernas Qerejdaxî jî di beşa helbesta Kurdî da hatin xelatkirin. Her du ciwanên Kurd hest û ramanên xwe bo K24ê anîn ziman.

Xelatên 3'yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Yilmaz Guney di meha Hezîranê da diyar bûbûn, lê xelat ji ber şert û mercên pandemîyê di meha Kanûnê da bêyî merasîmekê li kesên ku bi serkeftine hate belavkirin. Festîval bi Kurdî, Tirkî û Ermenkî jî di navê de bi 5 ziman û bi 5 beşên hunerê; yên sînema, çîrok, helbest, karîkatur û beşa wênekêşiyê hatin kirin.

Nivîskarê ciwan yê Sêwregî Ferhadê Mihemed di beşa pêşbazîya Çîrokên Kurmancî da bi çîroka xwe ya "Dengê Yasemînê" hêjayî Xelata Taybet ya Desteya Hilbijêr hat. Ferhadê Mihemed ji ber xelatê kêfxweşîya xwe tîne ziman û dibêje, Yilmaz Guney ji piçûktî ve îdolê min e û ez pir kêfxweş im.

Li alîyê din di beşa Pêşbazîya Helbestên Kurdî da jî li gel Rawîn Stêrk, wergêr Bernas Qerejdaxî xelata mansîyonê wergirt. Qerejdaxî destnîşan dike ku ew bi 3 şirên xwe beşdar bûye û xwestîye xwe biceribîne.

Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Navneteweyî ya Yilmaz Guney, bi piştgiriya Weqfa Yilmaz Guney, ji bo bîranîna derhêner, lîstikvan û senarîstê ê Kurd Yilmaz Guney tê li darxistin. Rêveberên Festîvalê hewl didin ku bi bernamayekê online merasîma xelatê lidar bixin.