'Stran di dîroka Kurdên Anatoliyê de cihek girîng digrin'

Hunermendê ji Kurdên Anatoliya Navîn Hamo Celikan, amaje bi vê yekê dike ku, ewê stranên modern û yên gelerî bi hev re amade bike.
kurdistan24.net

Konya (K24) - Hunermendê ji Kurdên Anatoliya Navîn Hamo Celikan diyar dike ku ewê stranên modern û yên gelerî bi hev re amade bike.

Kurdên  Anatoliya Navîn ku tê payîn di navbera salên 1750 û 1800an de ji Kurdistanê derketine û ji vê herêmê re hatine mişextkirin. Wek Kurdên  Xoresan, Kafkasya û yên deverên din, li hember biyanîbûn, bişaftin û binpêkirinê her çend ji welat dûr bûbin jî berxwe dane û rehên reseniya kelepora kurdîtiyê ajotine, ew parastine û gihandine heta îro.

Kurdên  Anatoliya Navîn di warê wêje, stran û dîrokê de karên gelek baş dikin. Yek ji wan jî hunermend Hamo Celikan e.

Hunermendê ji Kurdên Anatoliya Navîn Hamo Celikan, di sala 1979an de li Danimarkayê ji dayik bû û li wir perwerde dît.

Hamo Celikan dibêje ku wî di zarokatiya xwe de dest bi muzîkê kiriye û stranên Kurdên Anatoliya Navîn gelek bala wî kişandin e. 

Hamo Celikan, bala xwe dide li ser stranên modern: “Li gor min mirov li ser straneke baş bixebite û bala xwe bide ser vê xebatê ev profesyonelî ye. Kesên ku stranên min guhdar dikin di wan stranan de modernîzmê û dîroka Kurdên  Anatoliya Navîn dibînin. Her wiha ji van xebatan hezdikin.”

Hamo Celikan dema ku diçe gund û warê xwe li ser stran û gotinên Kurdên  Anatoliyê dixebite û wan berhev dike.

Özgür: Stran ji bo me gelek girîng in

Nivîskar û berpirsiyarê kovara Bîrnebûnê Muzaffer Özgür jî bala xwe de stranên kurdî.

Li gor wî di stranên Kurdî jiyan û dîroka Kurdên Anatoliya Navîn hene û dibêje: “Ji dîrokê ve dest pê bike heta îro  di nav stranan de jiyana kurdan heye. Di van de jiyana eşîran heye, jiyana gundan heye, jiyana me heye. Dema ku mirov wan dide ber hev jiyana eşîrtî û ya Kurdên  Anatoliyê derdikeve holê.”

Li gor Muzaffer Özgür dema berê, nivîsandina stranan tune bû. Ji ber vê yekê jî stranên Kurdan bi devkî belav dibû û wê bandorek girîng li ser Kurdên Anatoliya Navîn kir.

Adem Ozgur