Îran: Hemû liv û tevgerên Amerîkayê yên li herêmê di bin kontrolê de ne

Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Yehya Rehîm Sefewî ragihand; Îran çavdêriya liv û tevgerên serbazî yên Amerîkayê yên li herêmê dike.
Supaya Pasdaran a Îranê, wêne: arşîv
Supaya Pasdaran a Îranê, wêne: arşîv

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Rêberê Bilind ê Îranê Yehya Rehîm Sefewî ragihand; Îran çavdêriya liv û tevgerên serbazî yên Amerîkayê yên li herêmê dike, "Lê Tehran destpêşxerê ti şerekî nabe".

Yehya Rehîm Sefewî, ku şêwirmendê Elî Xaminêyî ye, li ser hebûna hêzên Amerîkayê li herêmê ragihand; Îran çavdêriya şiv û tevgerên serbazî û binkeyên Washingtonê yên li herêmê dike.

Sefewî dibêje ku her kesek nêzîkî xetên sor ên Îranê bibe, ewê bersiveke tund bidin.

Şêwirmendê Elî Xaminêyî diyar dike: “Em ji Deryaya Sor heta Deryaya Hindê û Kendava Umanê çavdêriya liv û tevgerên Amerîkayê dikin.”

Yehya Rehîm Sefewî dibêje ku welatê wî şiyan û xalên lawaz ên dijmin dizane û Îran destpêşxerê ti şerekî nabe, lê eger êrîşî wan were kirin, ewê bersiveke tund bidin.

Sefewî ragihand: “Tolhildana Qasim Suleymanî hê jî di ajendaya me de ye, lê em niha hewla aloziyê nadin.”

Ligel nêzîkbûna salvegera kuştina Qasim Suleymanî, rayedarên Îran û Amerîkayê daxuyaniyên li dijî hev didin. Sibe salek di ser kuştina Qasim Suleymanî û Ebû Mehdî Muhendis re derbas dibe, ku di 3yê Çileya 2020an de li nêzîkî Balafirgeha Navdewletî ya Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatin kuştin.