3 ton dermanên qaçax berî bikeve Hewlêrê hat desteserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Her derman, an amûreke bijîşkî, eger ji Rêveberiya kalîteyê moletê wernegire, li Herêma Kurdistanê wek qaçax û ne qanûnî tê dîtin. Di vê çarçoveyê de 3 ton derman beriya ku bikeve Hewlêrê hatin desteserkirin.
Ew 3 ton derman ku moleta Rêveberiya kalîteyê û moleta hawirdekirinê jê re nîne, ji aliyê asayişê û Rêveberiya Kalîteyê ve hat desteser kirin.
Mulazim Hawkar Tahir ji Asayişa Hewlêrê ji K24ê re ragihand, derman hewl dihat dayîn ku ew derman bi nehênî derbasî Hewlêrê bê kirin, lê ji aliyê asayişê ve hat desteserkirin.
Mulazim Hawkar got jî: “Em welatiyan dilniya dikin ku li rêbendên me, ti dermanên qaçax û yên bê molet derbas nabin.
Piştî lêkolînên destpêkê, kesê ku xwastiye derman derbasî Hewlêrê bike, li xwe mikur hat ku wî ew derman ji Îranê aniye Ranyayê û bi niyaz bû derbasî bajarê Hewlêrê bike.
Dr. Govend Rewend ji Beşa Kontrolkirina Kalîtiya Dermanan ji K24ê re got: "Ev hin cureyên dermanan in, hin ji wan dermanên hesas in, ji aliyê nexweşên penceşêrê ve tên bikaranîn û dermanên din jî ji bo nexweşiyên sermê tên bikaranîn."
Rêveberiya Kontrolkirina Anîn û Dirustkirina Derman û Amûr û Pêwîstiyên Bijîşkî li Kurdistanê (KMC) di ber anîna hemû cureyên dermanan û kelûpelên bijîşkî de berpirsyar e. Dr. Govend jî di vê derbarê de da zanîn, her dermanek yan pêwîstiyeke bijîşkî heger ne bi riya Rêveberiya Kontrolkirina Kalîteyê re be, wek qaçax û ne qanûnî tê hejmartin.