Hikûmeta Kurdistanê mûçeyê zêdetirî 10 hezar mûçexwarên neyasayî birî

Wezîrê Darayî û Aboriyê yê herêma Kurdistanê mûçeyê zêdetir ji deh hezar mûçexwarên neyasayî dibire.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Darayî û Aboriyê yê Herêma Kurdistanê mûçeyê zêdetir ji deh hezar mûçexwarên neyasayî dibire.

Wezareta Darayî di daxuyaniyekê de aşkere kir, li gor yasaya çaksaziyê û cibicîkirina yasaya çaksaziyê derbarê mûçe, dermale, îmtiyazat û xanenşînê de li Herêma Kurdistanê, biryara rawestandina mûçe û xanenşîna 10 hezar û 609 kesan da ku di sîstema bayometrî de du caran yan zêdetir navên wan hatine tomarkrin û bi neyasayî mûçeyan werdigirin.

Wezareta Darayî amaje bi wê yekê jî kir, her mûçexawrekê ji vê biryarê zerermend be, dikare di dema diyarkirî de û bi riya aliyên pêwendîdar yan fermangeha xwe tanê li biryarê bide.

Biryara Wezareta Darayî di çarçoveya projeya çaksaziyê ya ji bo kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ye ku beşeke girîng a karnameya vê kabîneyê ye û di 1'ê Tîrmeha 2020'an de ket ware cibicîkirinê.

Sala borî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku di çarçoveya yasaya çaksaziyê de de 16 hezar û 505 mûçeyên neyasayî rawestandin.