Mûzîkjenê Lubnanê Elyas El-Rahbanî koça dawiyê kir
Navenda Nûçeyan (K24) – Muzîkjenê Lubnanî yê navdar Elyas El-Rahbanî îro di temenê 83 saliyê de bi nexweşiya Koronayê koça dawiyê kir.
Medyaya Lubnanî belav kir, mûzîkjen Elyas El-Rehbanî îro koça dawiyê kir. Hunermendê koçkirî ji malbateke hunerî ya Lubnanî ye ku di dîroka mûzîk û şanoyê de xwedî roleke mezin e û birayê biçûk ê her du birayên koçkirî Asî û Mensûr El-Rehbanî ye.
Elyas El-Rehbanî zêdetirî 2500 stran û perçeyên mûzîkê çêkirine û mûzîka 25 rêzefîlman jî daniye.
Elyas Rehbanî ji hejmareke mezin ji hunermendên navdar ên Lubnanî re stran nivîsandine û mûzîka wan daniye, wek Fairouz, Sebah, Wadîh El-Safî, Nasrî Şemsedîn, Melhem Berekat, Magda Al-Roumî, Julia Boutros.