Biro: Amerîka ti projeyeke zelal ji bo diyaloga kurdî pêşkêş nekiriye

Endamê Komîta Derve ya ENKS Îbrahîm Biro ji K24ê re derbarê rewşa Eyn Îsa, diyaloga kurdî – kurdî û helwesta Amerîka û Rûsyayê de axivî.
kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîta Derve ya ENKS Îbrahîm Biro radigihîne, Amerîka ti projeyeke zelal ji bo diyaloga kurdî pêşkêş nekiriye û PYNK jî li dijî “Nêrîna Siyasî ya Hevbeş” kar dike.

Endamê Komîta Derve ya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Îbrahîm Biro beşdarî bultena nûçeyan a K24ê bû û derbarê rewşa Eyn Îsa, diyaloga kurdî – kurdî û helwesta Amerîka û Rûsyayê, bersivên bêjer Cemal Batun dan.

Îbrahîm Biro li ser pirsa Eyn Îsayê got: “Bajarokê Eyn Îsayê li ser riya navdewletî M4 dikeve û cihê wê stratejî ye ku herêma Kobanê û Cizîrê bi hev ve girê dide. Pirsa Eyn Îsayê piştî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê de hat rojevê. Ji ber ku Rûsya dixwaze hemû hermên ku di destê HSDê de be vegerîne bin kontrola rêjîma Sûriyê, fişarê li HSDê dike. Herwiha Tirkiyê jî vê yekê wek derfet dibîne ku Eyn Îsayê bigire, ji bo du herêmên kurdî ji hev bike.”

Got jî: “Ev rewşa niha heye, ji ber nezelaliya helwesta Amerîka li ser herêmê û Sûriyê bi giştî ye. Em nizanin ku serokê nû yê Amerîka Joe Bidin dê çi helwestê bide û dê helwesta Amerîka zelal be, yan na.”

Biro destnîşan kir: “Tirkiye bê erêkirina Amerîka yan Rûsyayê, nikare Eyn Îsayê dagîr bike. Her herêmek ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, bi erêkirina yek ji wan welatan e. Heger çi pêngavên din jî bên avêtin, dê bi erêkirina aliyekî yan her du welatan be.”

Li ser pirsa diyaloga kurdî – kurdî, Endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê diyar kir: “Her dema pêşketin di diyaloga kurdî – kurdî de çêdibe, daxuyaniyên cuda ji aliyê PYNKê derdikevin û nîşaneya wê yekê didin ku PKKê li herêmê heye, ev yek jî di destê Tirkiyê de dibe bihaneyek ku gefên êrîşkirinê bixwe. Gelek kar ji aliyê PYD û Rêveberiya Xweser ve hatine kirin ku dikeve xizmeta dewleta Tirkiyê.”

Herwiha got jî: “Yekrêziya kurdî, ne tevlîbûna ENKSê di nava Rêveberiya Xweser de ye, belkû divê sîstem û eydolojiya heye û girêdana bi PKKê ve bê guhartin. Ji bo ku metirsî li ser herêmê nemîne, ne bi tevlîbûna ENKSê di nava Rêveberiyê de ye, lê belê divê guhartin çêbibin û bê diyarkirin ku bi rastî xelkê vê herêmê îdareya vê herêmê dikin.”

Li ser helwesta Amerîka jî Biro got: “Amerîka ji bo diyalog û yekrêziya kurdî ti projeyeke zelal pêşkêş nekiriye ku divê demeke diyarkirî hebe ev pirs tê de çareser bibin. Amerîka heta niha diyar nekiriye ku dê destê xwe ji vê diyalogê bikişîne, lê divê projeya Amerîka zelal be.”

Endamê Komîta Pêwendiyên Derve ya ENKSê Îbrahîm rexne li aliyê din diyaloga kurdî (PYNK) girt û got: “Heta niha di diyaloga kurdî – kurdî de, me bi PYNKê re li ser Nerîna Siyasî li hev kiriye, lê PYNKê pabendî wê nerînê nabûye û li dijî wê kar dike.”