Nifşê nû yê koronayê gihişte Îranê

Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê eşkere kir; yekem haleta nifşê nû yê koronayê li Îranê hatiye tomarkirin.
Nexweşxaneyeke Îranê
Nexweşxaneyeke Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê eşkere kir; yekem haleta nifşê nû yê koronayê li Îranê hatiye tomarkirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê Seîd Nimekî ji medyaya fermî yê welatê xwe re ragihandiye ku yekem haleta nifşê nû yê koronayê li Îranê hatiye tomarkirin.

Seîd Nimekî diyar kiriye: “Ew kes ji xelkê Îranê ye û ji Îngiltereyê vegeriyaye û niha li nexweşxaneyeke taybet, di bin çavdêriya bijîşkî de ye. Ji bo endamên malbata wî pişkinîn hatine kirin û endamên malbata wî bi vê vîrûsê neketiye.”

Nifşê nû yê koronayê cara ewil di meha Îlona 2020an de li Brîtanyayê hat dîtin û piştre rêjeya pêketinê li wî welatî zêde bû û veguhest çend welatên din, çendîn welat jî geştên xwe yên esmanî yên bo Brîtanyayê rawestandin û li navxwe jî Brîtanya qedexeya hatûçûnê ragihand.