Helbestvan Karîna Osêyan yekem pirtûka xwe çap kir

Helbestvana Kurd Karîna Osêyan yekem pirtûka xwe ya helbestan bi navnîşana ““Bêdengiya Xerîbiyê” çap kir.
Helbestvan Karîna Osêyan
Helbestvan Karîna Osêyan

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvana Kurd Karîna Osêyan yekem pirtûka xwe ya helbestan bi navnîşana “Bêdengiya Xerîbiyê” çap kir.

Pirtûka yekem a helbestvan Karîna Osêyan bi navê “Bêdengiya Xerîbiyê” derket. Bêdengiya Xerîbiyê ku ji 330 rûpelan pêk tê, di nava wê de 325 helbestên nûjen û klasîk hene. û berî çend rojan aliyê weşanxaneya SerSera li Almanyayê hate çapkirin.

Helbestvan Karîna Osêyan jineke êzdî ye, li Ermenistanê ji dayik bûye, piştre ligel malbata xwe koçî Rusyayê kiriye niha ew li Fransa li bajarê Lîonê dijî.

Li ser berhema xwe, helbestvan Karîna Osêyan ji malpera K24 re ragihand: “Pirtûka min yekemîn a helbestê Bêdengiya Xerîbiyê îsal ronahî dît. Helbest hevpar, hevkar û parçeyek ji jiyana min e, ji bo min bûye, dermanên xem û xeyalê min. Di helbestên min de, êşa welat, xerîbiyê, evîn û huba Xwedê cîhê yekem digire.”

Ev jî du helbestên Karîna Osêyan in:

Xeribî û Bêkesbûn

Bi hewar û girînim

Ezman diçirînim

Ji derda dinalim

Dil bi kul û birînim

 

Êşa min bi şewat e

Ez xerîbê Welat e

Ne êl û ne civat e

Betalim bê xebat e

 

Bi tenê xwe ez jin e

Du zarok barê min e

Derd li min mezin e

Mirin cîranê min e

 

Dema Ez Hatim Bîra Te

Dema ku ez hatim bîra te

Were min bibe welatê xwe

Min bibe binê siya dareke sêwî

Çadirekê ava bike bi kûlîlkên rengîn

 

Dixwazim bibim dengê bilbilan

Û bibînim şev, şewqa stêrkan

Her sibeh li benda tîrêjên rojê

Dilê xwe vekim li ber dilê axê

 

Dixwazim ez fêrî jiyanê bim

Nêzîkî Xwedê, nêzîkî rastiyê

Ax, bila dîsa wêranî û xerîbî

Bila bibim girtî, nezan û hêsîr