Hikûmet projebudceya sala 2021an amade dike

Di civînê de, amadekirina projebudceya Herêma Kurdistanê ya sala 2021an tê guftûgokirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e sibe Encûmena Wezîran Herêma Kurdistanê bicive. Li gor zanyariyan jî, amadekirina projebudceya Herêma Kurdistanê ya sala 2021an tê guftûgokirin.

Kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar daye, projebudceya îsal amade bike û bişîne Parlamentoya Kurdistanê da ku gengeşeyê li ser bike.

Ev biryara kabîneya nehem piştî wê tê, di heft salên borî de ti projeyasayeke budceyê ji bo Parlamentoya Kurdistanê nehatiye şandin û ji sala 2014an ve, ev yekem projeyasa ye tê amadekirin.

Li gorî agahiyan, "Di civînê de dê guftûgo li ser dahat, lêçûn û pêşniyarên wezaretan ên ji bo projebudçeyê werin kirin."