Ji Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyameke sersaxiyê
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya hevjînê Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Jinan Xanzad Ehmed peyameke sersaxiyê belav kir.
Peyama sersaxiyê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî wiha ye:
Birêz Dr. Xanzad Ehmed, Sekretera Giştî ya Encûmena Bilind a Karûbarên Jinan
Bi xemgînî ve min nûçeya koça dawî ya Dr. Fazil Genc Elî, hevjînê cenabê we bihîst. Ez sersaxî lê we dikim. Xwedayê mezin ruhê wî bi bihiştê şad bike û aramî û dilnewayî ji we û malbata we re bibexşîne.
Mesrûr Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê