Hevpeymaniya Navdewletî karwaneke alîkariyê gihande Pêşmerge

Karwaneke din a alîkariyê gihişte destê hêzên Pêşmerge, ku ji wesayîtên cûreya Hummer, wesayîtên barhilgir û wesayîtên hawarçûna serbazî û çend kelûpelên din ên serbazî pêk tê.
Karwana alîkariyê ya Hevpeymaniya Navdewletî, gihişte destê Wezareta Pêşmerge
Karwana alîkariyê ya Hevpeymaniya Navdewletî, gihişte destê Wezareta Pêşmerge

Hewlêr (K24) – Karwaneke din a alîkariyê gihişte destê hêzên Pêşmerge, ku ji wesayîtên cûreya Hummer, wesayîtên barhilgir û wesayîtên hawarçûna serbazî û çend kelûpelên din ên serbazî pêk tê. Rayedarekî li Wezareta Pêşmerge jî eşkere dike ku lîsteyek dane Hevpeymaniya Navdewletî ku hemû pêwîstiyên Pêşmerge têde ne.

Fermandarê Navenda Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî yê li Hewlêrê ji Kurdistan24ê re ragihand; ewê ji bo alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyê Kurdistanê berdewam bibin û çek û pêwîstiyên serbazî yên zêdetir bişînin Pêşmerge.

Karwana alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî gihişte Balafigeha Navdewletî ya Hewlêrê, ev alîkarî di çarçoveya alîkariya Hevpeymanan bo têkoşîna li dijî DAIŞê de ye heta ku ew rêxistina terorîst ji holê were rakirin.

Alîkariya Hevpeymaniya Navdewletî ji 98 wesayîtên serbazî û hejmarek wesayîtên Hummer û çendîn ambulans û çend pêwîstiyên din pêk tê.

Fermandarê Navenda Hevbeş a Hevpeymaniya Navdewletî yê li Hewlêrê David Williams diyar kir: “Alîkariyên me ji bo Pêşmerge dê berdewam bibin û emê bêtir alav û çek û cilûbergên serbazî bo Pêşmerge bişînin.”

David Williams destnîşan kir: “DAIŞ hêj têk neçûye, loma armanca me ya şandina van alîkariyan, ji bo jiholêrakirina temamê DAIŞê ye.”

Williams eşkere kir: “Alîkariyên me yên vê carê, bi qasî 12 û nîv milyon dolar e, wesayît û pêwîstiyên hawarçûnê yên serbazî bo hêzên Pêşmerge, ku ji 98 wesayîtçn serbazî, 50 mêkzemînên serbazî û herwiha hejmareke ji wesayîtên Hummer û çendîn wesayîtên ambulans in. Heta niha di vê çarçoveyê de alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê bi qasî 400 milyon dolar alavên serbazî, me pêşkêşî hêzên Iraqê û hêzên Pêşmerge kirine, ku 375 milyon ji bo hêzên Iraqê hatine dabînkirin û 25 milyonê din jî bo hêzên Pêşmerge. Di 10-18ê meha bê de, emê di dabînkirina pêwîstiyên serbazî de ji bo 12 lîwayên ser bi Wezareta Pêşmerge ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê de berdewam bibin. Ji bilî vê jî, em çek û teqemenî jî ji bo hêzên Pêşmerge dabîn dikin.”

Serokê Lijneya Wergirtina Alîkariyan ê li Wezareta Pêşmerge Şêrzad Esed ragihand: “Me lîsteyek daye Hevpeymanan, wan jî soz dan, wan alîkariyên ku me xwestiye, ji me re bişînin.”

Şandina van alîkariyan bo hêzên Pêşmerge berdewam dibe, her meh bi vê şêweyê alîkarî dê bigihin destê hêzên Pêşmerge. Piştî çend rojan, hejmarek din jî dê bigihe Hewlêrê. Alîkarî radestî Wezareta Pêşmerge hatin kirin û piştre dê bi ser lîwayên hevbeş ên Pêşmerge de werin dabeşkirin, ku roleke berfireh di têkbirina çekdarên terorîst ên DAIŞê de dilîzin.