Dengbêjê navdar Esker Cizîrî koça dawî kir

Dengbêjê Cizîrî hem bi gelek kilamên xwe û bi gelek kilamên dengbêjên wek Mihemed Arif Cizîrî û Hesen Cizîrî rê vekiribû ku nifşên nû dengbêjiyê binasin û ji dengbêjiyê hez bikin.
Esker Cizîrî
Esker Cizîrî

Diyarbekir (K24) - Dengbêjê navdar ê herêma Botanê Esker Cizîrî wefat kir. Dengbêjê Cizîrî hem bi gelek kilamên xwe û bi gelek kilamên dengbêjên wek Mihemed Arif Cizîrî û Hesen Cizîrî rê vekiribû ku nifşên nû dengbêjiyê binasin û ji dengbêjiyê hez bikin.

Hunermendê navdar di sala 1955an de li Cizîra Botan hatibû dinyayê û ji sala 1970yê ve jî bi muzîkê re eleqeder dibû.

Esker Cizîrî yê ku yek ji dengbêjên navdar ê Herêma Botanê bû di 66 saliya xwe de ji ber celteya dil li Cizîra Botan koça dawî kir.

Cizîrî yek ji remzên xurt ê dengbêjiya roja me bû û rolek wî yê girîng hebû ku dengbêjî hem bi nifşên nû da nasîn û hem jî dengbêjî da hezkirin.

Esker Cizîrî derdora 600 kilam ji ber kiribûn û li gel kilamên xwe gelek kilamên Hesen Cizîrî û Mihemed Arif Cizîrî bi dengê wî nava civatê belav bibû.

Bavê Esker Cizîrî jî yek ji dengbêjê herêma Botanê Eliyê Mistefa bû ku Esker Cizîrî jî bi bandora bavê xwe dest bi dengbêjiyê kiribû. 

Esker Cizîrî di sala 1955an de li Cizîra Botan li Taxa Kelehê hatibû dinê û ji sala 1970yê ve jî bi muzîkê re eleqeder dibû. Esker Cizîrî zewicî bû û bavê 9 zarokan bû.

Cizîrî bi kilamên xwe yên wek Şirîn Cizîra Botan, Roja Rehnî, Eşqa Şirînê di bîra hezkiriyên xwe de cih girtibû.