DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, xwe rêk xistiye

Ji destpêka sala nû ve, liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûne.
Pêşmergeyek dema çavdêrîkirina deverên valahiya ewlehiyê yên li Kerkûkê, wêne: Kurdistan24
Pêşmergeyek dema çavdêrîkirina deverên valahiya ewlehiyê yên li Kerkûkê, wêne: Kurdistan24

Kerkûk (K24) – Ji destpêka sala nû ve, liv û tevgerên çekdarên DAIŞê li deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê zêde bûne û li wan deveran zêdetirî 10 car êrîşî hêzên Iraqê kirine. DAIŞ li deverên başûrê Kerkûkê, bi taybetî li sînorê Daqûqê bi şev êrîşên xwe dibin ser hêzên Iraqî.

Valahiyeke mezin a ewlehiyê li wan deverên di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê de çêbûye û bi sedan kîlometre çargoşe tê texmînkirin û ti hêz li wan deveran tine û bûye cihê liv û tevgerên DAIŞê.

Berpirsê Mîhwera Kerkûkê ya Hêzên Pêşmerge Nûrî Heme Elî ji Kurdistan24ê re ragihand: “Heta niha Pêşmerge çendîn car pêşniyara tijekirina valahiya ewlehiyê ya li wan deveran ji hikûmeta Iraqê re kiriye, lê heta niha aliyê Iraqê tenê dem derbas dike û qebûl nakin ligel Pêşmerge, wê valahiya ewlehiyê tije bikin.”

Zêdebûna çalakiyên DAIŞê li wan deveran û siftbûna êrîşên di van çend rojên dawî de, nîşaneya wê yekê ne ku çekdarên wê rêxistinê ji bo îsal xwe rêk xistine, bi awayek ku tenê di nava hefteyekê de li sînorê deverên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê li 10 cihan êrîşî hêzên Iraqî kirine.

Parlamenterê Iraqê Nasir Herkî jî diyar dike: “Lijneya asayîş û berevaniyê ya li Parlamentoya Iraqê pêşniyara tijekirina wê valahiya ewlehiyê ji hikûmetê re kiriye, lê heta niha li ser vê pêşniyarê nexebitîne.”

Dibe ku li paş êrîşên van demên dawî yên DAIŞê armanceke din hebe, ji ber ku piraniya kiryarên xwe yên çekdarî li sînorê gundên Kurdên başûr û rojavayê Kerkûkê encam didin, ev jî bûye sedema çêbûna metirsiyê li ser jiyana xelkê wan deveran.