Îranê bargeheke xwe ya mûşekan a li bin erdê eşkere kir

Supaya Pasdaran a Îranê baregeheke xwe ya mûşekan a li bin erdê ya li qeraxên Kendavê ya li başûrê Îranê eşkere kir.

Navenda Nûçeyan (K24) – Supaya Pasdaran a Îranê baregeheke xwe ya mûşekan a li bin erdê ya li qeraxên Kendavê ya li başûrê Îranê eşkere kir.

Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran Husên Selamî di dema eşkerekirina baregeha mûşekan de got: “Ramana me ev e ku em berevaniya yekparçebûna ax û serxwebûn û piştevaniya hêzên xwe li Îranê bikin. Dijminên me hêza Îranê red dikin.”

Husên Selamî diyar kir: “Ji bilî bihêzkirina şiyana berevanî û êrîşkarî û rêlibergirtina dijminan, ti bijardeyeke din a Îranê tine ye, da ku hejmûn û planên xwe bi ser me de nesepînin.” Herwiha eşkere kir: “Ev bargeh yek ji saziyên me ye ku mûşekên dûravêj ên hêzên deryayî têde ne.”

Selamî herwiha eşkere kir: “Baregeha mûşekan çend kîlometre dirêj e û hejmareke mezin a hêzên me yên deryayî jî di vê binkeyê de hene. Mûşekên wan jî di şerê qeraxên deryayî de mûşekên herî pêşketî ne.”

Fermandarê Giştî yê Supaya Pasdaran diyar kir: “Şiyana hêzên me ya rûbirûbûna gefên dijminan heye, her dem ji bo berevaniya li hember êrîşkaran amade ne, ji bo berevaniya berjewendiyên ava Îranê ya li Kendavê.”