WÊNE: Berfa Çiyayên Kurdistanê bi hezaran geştiyaran mest dike
Hewlêr (K24) - Geştiyarên (tûrîstên) zivistanê ji her çar aliyên Iraqê tên çiyayên Herêma Kurdistanê yên bi berf. Çiyayê Hesen Beg jî her sal hez û bala gelek geştiyaran dikêşe. Ev çiya li Devera Soran e û ser bi Hewlêrê ve ye.
Geştiyarek ji Kurdistan24 re dibêje, "Yek ji wan dîmenên herî balkêş ê berfê ye ku me dîtiye. Ji ber ku yekem car e em tên çiyayê Hesen Beg."
Herwiha dibêje destnîşan dike asayişa Herêma Kurdistanê hem karê serkeftî pêk tîne hem jî bi rêz û hûrmet nêzîkî wan dibe.
Piraniya geştiyarên ku serdana Herêma Kurdistanê dikin ji parêzgehên navîn û başûr ên Iraqê ne. Yên din jî ji Iran û welatên din tên.
Li gorî karbidestên geştûguzariya Soran, Herêma Kurdistanê ji devetên din ên Iraqê xweştir û ewletir in. Lewma rojane zêdetirî 5 hezar geştiyaran serdana navçeya Soranê dikin.
Li Herêma Kurdistanê gelek deverên dîrokî yên zengîn û gelek deverên geştyarî hene. Wekî din, erdnîgariya berfireh e û kêm mirov li van deveran dijîn. Ev ji deverên Rojhilata Navîn derfetên baştir dide ji bo ger û aramiyê.
Van salên dawîn, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo zêdekirina pêşxistina herdu sektorên geştiyariyê û çandiniyê, di nav xebat û bizavan de ye. Hikûmet hewl dide dahata Herêma Kurdistanê pircûrî bike.