3 zarokên biçûk bi bavê xwe re li tembûrê didin

Tembûrvanê Wêranşarî Mihemed Emîn Înce 3 zarokên fêrî tembûrê dike.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Tembûrvanekî Kurd li Stenbolê bi mebesta fêrbûn û belavkirina mûzîka Kurdî bo nifşên bê li ser metoda mûzîka Kurdî pirtûkekê dinivîse û 3 zarokên xwe yên biçûk jî fêrî tembûrê dike, da ku klamên Kurdî neyên jibîrkirin. Zarokên biçûk ku li gel bavê xwe li tembûrê dixin, bi hunera xwe jî hêvî didin derûdora xwe.

3 zarokên biçûk ên Kurd, yek li notayan dibêje, herdu yên din jî li tembûrê didin, bi vî awayî deng û awazên Kurdî belav dikin. Mamosteyê wan jî bavê wan ê tembûrvan Mihemed Emîn Înce ye.

Tembûrvanê Wêranşarî Mihemed Emîn Înce ku ji zaroktiya xwe vir de bi enstrumanên muzîkê re eleqedar e niha wek bavê 3 zarokan, tembûrê hînî zarokên xwe dike.

Mihemed Emîn Înce ji K24ê re got: “Dema meriv li mala xwe li tembûrê dixe, bala hemû neferên din ên malbatê dikêşîne. Bi vî awayî zarokên min jî bala xwe dan ser tembûrê û gotin em jî dixwazin hînî tembûrê bibin. Min jî ji bo wan tembûr peyde kir û niha li ser tembûrê dişixulin. Hînî notayê bûne û xweş lê didin.”

Zarokên di temenê xwe biçûk de li tembûrê didin, ji bo fêrbûna karên xweş hêvî didin derûdora xwe jî.

Rênas Înce dibêje: “2 sal berê bû min dest bi tembûrê kir. Bavê min li tembûrê dixist. Min jî li wî nihêrî, bi vî awayî ez fêr bûm.”

Perîxan Înce got: “Ji bo fêrbûna tembûrê bavê min, rê nîşanî min da, min jî hewl da û bi vî awayî ez fêrî tembûrê bûm. Ev 2 sal in ez û brayê xwe em li tembûrê dixin.”

Mihemed Emîn ê tembûrvan, ji bo fêrkirina mûzîka kurdî ya bi tembûrê jî kitêbekê nivîsiye û daye çapkirin di wê derbarê de dibêje: “Piştî ku gelek kes xwestin hinî stranan bibin lê belê di gelek platforman de ev rêbaza fêrbûnê nehat peydekirin. Li ser vê min qirar da ez der barê vê de xebatekê bikim. Paşê min, dest bi nivîsandina vê kitêbê kir. Min nêzî 200 kilam nivîsand. Bi vî awayî li ser metoda muzîka Kurdî ev kitêb yekem e.”

Ji zêdeyî 100an kilamên hunermendên wek ên Aram Tîgran, Seîd Yûsîv, Ciwan Haco û yên din bi rêya kitêbên wiha û hewl û xîretên wan her sê zarokan nayên jibîrkirin û bo nifşên bê jî tên veguhestin.