Gelo divê Kurdistan li kîjan ezmûna Iraqê binêre?!

Şerê DAIŞê li bakur bû, lê başûr wêran e, gelo divê Kurdistan li kîjan ezmûna Iraqê binêre?!
Dîmenek ji Besrayê, wêne: Kurdistan24
Dîmenek ji Besrayê, wêne: Kurdistan24

SORAN KAMERAN

Besra (K24) – Rê dûr û dirêj bû, şofêr zilamekî bi temen bû, xelkê bajarokê Zubêr ê ser bi Besrayê bû, jê re digotin "Ebû Nûr", yekser bi van gotinan dest bi axaftinê kir; “Vê rêya ku hûn dibînin, di serdema Sedam Husên de hatiye çêkirin.. Piştî sala 2003an heta niha nekarîne rêyeke bi vê şêweyê ji me re çêkin”, min ji vê fêm kir ku gilî û gazinên sereke yên xelkê, tinebûna xizmetguzariyan e.

null
Xelkê Besrayê ji desthilatdarên Bexdayê hêrs bûne, wêne: Kurdistan24

"Besraya bê xizmet"

Besra rojane sê milyon û 300 hezar bermîl petrol difiroşe bazarên cîhanê, ji bilî deriyê avî yê Um Qesr yê bakur û başûr, Deriyê Sefwan û Şelamçe û Xur û Zubêr, ev yek ji derveyî dahata navxweyî ya bajêr e, lê eger biyanek serdana Besrayê bike û ji van zanyariyan bêagah be, hincet pê re nîne ji bo tinebûna xizmetguzariyan, ligel vê rewşa xirab hê jî li gor dîtina zilamekî bi temen, bajar ku ji mezheba Şîe bû, li taxa Husên a parêzgeha Besra ji bajarên din ên weke Semawe û Nasiriye û Dîwaniye baştir e. Min fêm kir ku desthilatdarên ji mezheba Şîe yên Iraqê, heta niha nekarîne dilê xelkê xwe razî bikin û xizmetên sereke ji bo bajarên xwe yên Şîeyan jî bînin, tu biçî ku derê, xelk ji Bexda û desthilatdarên Şîe hêrs bûne.

Bendera Um Qesr li Besrayê "Venice ya Rojhilata Navîn"

Kî bawer dike eger ez bibêjim Venice (Venedîk) a Rohilata Navîn, tevî ku xwedî hemû van dahatan e, rêjeya hejarî zêdetirî ji sedî 20 e.

Li hemû kuçe û kolanan alayekî sûret li ber çavan dikevin, ligel alayekî li ser “Ya Husên” nivîsandî, wêneya Îmam Elî li ser piraniya deriyên malan hatiye daliqandin, dibe ku piştî sala 2003an, yekane destkefta desthilatên Şîeyên Iraqê, dayîna azadiya zincîrlixwedan û daliqandina alayên reng bi reng be, ku di serdema rejîma Beesê de hatibû qedexekirin.

Taxeke li bajarê Nasiriye, zibl û çop bi bilindahiya malan kom bûne, wêne: Kurdistan24
Taxek li bajarê Nasiriye, zibl û çop bi bilindahiya malan kom bûne, wêne: Kurdistan24

“Xweziya me bi we”

Ji zimanê min diyar bû ku ez Kurd im, kesekî xerîb bûm li nav xelkê Besrayê, her ku xelk ez didîtim, dixwestin bi min re biaxivin, her dem ji min re digotin "xweziya me bi we", bêyî ku bizanin ez ji xelkê Kerkûkê me û rewşa bajarê min ji rewşa wan baştir nîne, lê digotin qey ez ji bajarên bin desthilata Herêma Kurdistanê me. Min bawer nedikir ku xelkek hebe xweziya xwe bi jiyana me bîne, ku em Kurdên bêdewlet in, lê min fêm kir ku xweziya wan ji bo wê pêşketin û xizmet û asayîşa li Herêma Kurdistanê ye.

Bi rêjeya %60, ciwanên Semawe bêkar in, wêne: Kurdistan24
Bi rêjeya %60, ciwanên Semawe bêkar in, wêne: Kurdistan24

"Nasiriye bi hêrs e"

Min xwest bajarekî weke Nasiriye bibînim, ku rojane zêdetirî 100 hezar bermîl petrol jê tê hinardekirin. Xelkê bajêr bi hêrs in û dibêjin grûpên milîs weke heywanan bi wan re tevdigerin, di ti êrîşeke wan de ku armanca wan bidawîkirina xwepêşandanan e, kêmî 15-20 kes nabin qurbanî, li Nasiriyeya hêrsbûyî, rêjeya hejariyê ji sedî 44 e.

Avahiyeke kevn a ji serdema Beesê, avahiya herî diyar a navenda Semawe ye, wêne: Kurdistan24
Avahiyeke kevn a ji serdema Beesê, avahiya herî diyar a navenda Semawe ye, wêne: Kurdistan24

"Semaweya hejar"

Li bajarekî weke Semawe, gelek kêm malbat hene ku di rêzên hêzên ewlehiyê de qurbaniyek nedabin, lê belê rêjeya hejariyê ji sedî 52 ye û li gor amarên fermî yên Wezareya Plandanîn a Iraqê, di hejariyê de asta herî bilind tomar kiriye.

Li Semawe rojane tenê 4 demjimêr elektrîk heye. Piraniya xelkê rûyên wan westiyayî ye û ji destê bêkariyê dinalin. Rêjeya bêkariyê di nav ciwanên bajêr de gihiştiye ji sedî 60î.

Sibeheke zû bû ku em gihiştin nav bazarê bajêr, avahiyeke kev a serdema Beesê avahiya parêzgariya bajêr bû, li ti cihekî bajêr projeyeke veberhênanê tine bû ku bala mirov bikşîne. Kesên ku ez didîtim, ji min re bi kêfxweşî digotin "em hatine Hewlêrê, em gelek mat man bi wê pêşketin û rêyên ku hatine çêkirin, ti car bi bajarên me nayên berawirdkirin".

Muslim Meyahî xortekî qelew û esmer bû, wî em dîtin û zanî ku em kurd in, wî xwe nêzî me ve kir û hez kir ku bi me re biaxive û got: "Hûn kurd in? "Me got belê. Wî got: "Ez di 16ê Cotmeha 2017an de li Kerkûkê bûm, dema ku Kerkûk ket bin kontrola me. Min ji hevalên xwe yên beşa Firqeya Nehem ya artêşa Iraqê re got: Bila xelkê vî bajarî êdî li benda pêşkeftin û serkeftinê nemînin, ji ber ku desthilatdarên me tenê dizanin diziyê bikin û têk bidin."

Li hemû bajarên Iraqê yên min dîtine, gotinên kalemêrekî rîspî ji her kesî bêhtir bala min kişand, wî cilekî reş li xwe kiribû û got: Min li hin kenalan, hin parlamenterên we dîtin, dibêjin: Bila em ser bi Iraqê ve bin, ma tiştekî wiha heye? Ev nûnerên kurdan in? Min got belê!

Wî kalemêrî xuya dikir kir ku pir bi ezmûn û zana ye,  got: "Baş e, tu niha li Besrayê yî û te dît ku çawa ye. Min jî jê re got: Belê. Wî got: Em Şîa ne û xelkê vê desthilatê ne, piraniya rayedarên Iraqê li van taxên ku hûn lê geriyane mezin bûne. Vêça ev halê xizmetkariyan, elektirîk û kolanên me ne. Heger hûn kurd in û bi ser Iraqê ve bin û çavê we di destê van berpirsyaran de be, divê halê we çawa be.?”