Koronaya Brîtanî gihişte Îranê

Wezîrê Tendirustiyê yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Nimekî ragihand; çar haletên pêketina nifşê nû yê Koronayê li Îranê hatine dîtin.
Xebatkareke tendirustiyê ya Îranê
Xebatkareke tendirustiyê ya Îranê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Tendirustiyê yê Komara Îslamî ya Îranê Seîd Nimekî ragihand; çar haletên pêketina nifşê nû yê Koronayê li Îranê hatine dîtin.

Îro yekşemê Wezîrê Tendirustiyê yê Îranê Seîd Nimekî diyar kir ku çar haletên pêketina nifşê nû yê Koronayê li Îranê hatine dîtin û got: “Ew kesên pê ketine, malbateke Îranî ne û hefteya borî ji welatekî Ewropayê vegeriyane Îranê.

Seîd Nimekî eşkere kir: “Berî ku vegerin Îranê li hemûyan pişkinîna PCR hatiye kirin û piştî ku gihiştine car din pişkinîn hatiye kirin û derketiye holê ku bi nifşê nû yê Koronayê ya Brîtanî ketine.”

Nimekî herwiha diyar kir ku ew kesên bi vîrûsa Koronaya Brîtanî ketine, li parêzgeha Mazinderan hatine destnîşankirin.