Karagoz: Tirkiye dixwaze tenê teknolojî û fînansa Ewropayê werbigre

Şîrovekarê siyasî Kadîr Karagoz li ser pêwendiyên Tirkiye û Ewropayê axivî.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Şîrovekarê siyasî Kadîr Karagoz li ser pêwendiyên Tirkiye û Ewropayê diyar kir ku nakokiya mezin a Tirkiyê ev e ku dibêje 'teknolojî û fînansa Ewropayê werbigrim, lê daxwazên wan ku li ser me ferz dikin em jê dûr bin'.

Şîrovekarê siyasî Kadîr Karagoz ji bajarê Diyarbekirê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser pêwendiyên navbera Tirkiye û Ewropayê, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Tirkiye diyar dike ku ew amade ye pêwendiyên xwe ligel Yekîtiya Ewropayê baş bike, li ser pirsa "Gelo Tirkiye amade ye ku guherînên bi nirxên demokrasiyê pêk bîne?", Kadîr Karagoz diyar kir: “Ji sala 1839an ve Tirkiye û Ewropa dixwazin ligel hev tiştekî bikin, lê mixabin Tirkiye dixwaze pozîsyona xwe ya jeostratejîk buhatir bifiroşe wan, ew jî dixwazin berjewendiyên xwe li ser Tirkiyê pêk bînin. Ew her du jî dixwazin pêwendiyên xwe bînin asteke bilind.”

Karagoz destnîşan kir: “Nakokiya mezin a Tirkiyê ev e ku dibêje 'teknolojî û fînansa Ewropayê werbigrim, lê daxwazên wan ku li ser me ferz dikin em jê dûr bibin, di warê hiqûqê de, di warê azadiya teşebusa fînansî de bila tiştan li ser min ferz neke', divê dev ji vê berde, têkiliyên ku dixwazin ligel hev bikin, bê tawîz nabe, heta ku Tirkiye tawîz nede, ew qebûl nakin.”

Kadîr Karagoz li ser hebûna penaberên Sûrî li Tirkiyê û weke kartekê bikaranîna wan li hember Yekîtiya Ewropayê, diyar kir ku dema Tirkiye dibêje ewê rêya wan penaberan veke û bi sed hezaran kes dê berê xwe bidin Ewropayê, ev ji bo Ewropayê metirsiyek mezin e.