Serokê Desteya Heşda Şeibî: Divê Hewlêr û Bexda bigihin rêkeftinê

Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz ragihand; hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li heman eniya şerê Mûsilê li dijî çekdarên DAIŞê bersiv dan terorîstan.
Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz
Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz

Hewlêr (K24) – Serokê Desteya Heşda Şeibî Falih Feyaz ragihand; hêzên Pêşmerge, Artêşa Iraqê û Heşda Şeibî li heman eniya şerê Mûsilê li dijî çekdarên DAIŞê bersiv dan terorîstan, ev yekrêziya herî mezin bû li Iraqê û divê zêdetir bibe.

Falih Feyaz diyar ku her çiqas piştî sala 2017an qewimînên cûr bi cûr di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbûn, lê divê li ser mafên hev li hev bikin û hewl bidin Hewlêr û Bexda bigihin rêkeftinê.

Serokê Desteya Heşda Şeibî tekez kir; “DAIŞ belayekî mezin bû ji bo gelên Iraqê û çend deverên berfireh wêran kirin, lê ji van hemû, tiştê girîng ew e ku em hemû bi yekrêzî rûbirûyî DAIŞê bûn û yekrêziyê niştimana me paras”.

Feyaz destnîşan kir ku Heşda Şeibî û Pêşmerge bi hev re karîne li Mûsilê bersiva DAIŞê bidin û ev li Iraqê yekrêziya herî mezin e û ev sermayeyeke mezin e ji bo gelên Iraqê.

Derbarê kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Falih Feyaz got: “Her çiqas piştî sala 2017an di navbera Hewlêr û Bexdayê de hinek qewimîn çêbûn jî, ez naxwazim behsa wan bikim, lê tiştê ku niha girîng e; divê em li hev werin û nabe em ajendayên veşartî li hember hev cîbicî bikin. Divê projeyeke me ya niştimanî hebe ji bo yekrêziya niştimanî û em li gel birayên xwe yên li Kurdistanê li hev bikin.”