Xwedîkirina hespên resen li rojavayê Kurdistanê

Li gundewarê bajarê Amûdê hespên resen ên li ser asta navdewletî tomarkirî ne tên xwedîkirin.
kurdistan24.net

Qamişlo (K24) – Xwedîkirina hespan li rojavayê Kurdistanê karekî dîrokî ye. Xwediyê hespan jî dibêje, hespên wî yên resen in û li ser asta navdewletî tomarkirî ne, herwiha nirxê wan jî pir buha ne.

Li gundewarê bajarê Amûdê hespên resen tên xwedîkirin. Xwediyên hespan dibêjin, herêma Cizîrê devera herî girîng e bi hespên resen û ta niha xwîna wan zelal e û tenê bi mihînên naskirî û resen re dizewicin, ji ber wê gelek xwestek li ser van hespan heye û temenê wan jî pir buha ye. Herwiha diyar dikin ku hespên wan li ser asta navdewletî jî tomarkirî ne.

Xwediyê hespan Mihyar Silêman ji K24ê re dibêje: “Devera Cizîrê landika hespên resen e. Heta niha me ti corên din nexistine nava wan de. Hespên me, hepên resen yên erebî ne. Niha rewşa ewlekariyê nebaş e û veguhestina wan di navbera parêzgehan de zehmet e û ev jî astengiyeke rasteqîne ye ji bo beşdariya di pêşbirkan de, çi li ser asta navxwe ya jî navdewletî.”

Xwedîkirina van hespan, şert û mercên wê yên taybet hene, nemaze di dema beşdariya wan di qehremaniyên fermî de. Rahênerê wan dibêje mercên beşdariyê jî hene, divê ji alî navenda sûrî li Şama paytext herwiha di rêxistina Waho ya almanî de tomarkirî bin û tomakirina wan li gorî xwînê û bavikên wan çêdibe.

Rahênerê hespan Ehmed Ewad dibêje: “Hespên sûrî li ser asta cîhanê navdar in. Hespên me xwîna wan paqij e û tevlî  corên din jî nebûye. Hesp berûvajî mirovan e, esilê wan vedigere ji bo dayikê.”

Çend bavikên resen ji van hespan re hene, û paşî wan gelek nav wekî êlan jî hene, Mihyar hin ji van navên resen xwedî dike û nasnameya wan jî diparêze, û sûdeyeke bazirganî bi dest dixe, lê ji ber rewşa Sûriyê ya heyî, nikarin beşdarî qehremaniyên navdewletî bibin.