Hikûmeta Kurdistanê çend biryarên nû di warê sîstema bacê de dan

Hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya yasaya çaksaziyê de çend biryarên nû di warê wergirtina bacê de dan.

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê 11 biryarên ji bo rêkxistina bacan derkirin. Li gor biryarên nû, di heyama 60 rojan de tên cîbicîkirin û kompanyayên mezin jî neçarin bacê bidin hikûmetê.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Darayî û Aborî Kemal Wertê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, Hikûmeta Kurdistanê di çarçoveya yasaya çaksaziyê de çend biryarên nû di warê wergirtina bacê de dan.

Herwiha got, êdî kompaniyên gihandin û peywendiyan yên mîna Korek Telekom, Asia Cell û Zain dê bacê bidin. Bi vî rengî bi milyar dînar vedigere xezîneya giştî.

Wî berpirsê hikûmetê anî ziman jî, divê kompaniyên înternetê bacê bidin hikûmetê û got, kompaniyên neftê jî dê bacê bidin. Heta niha beşek mezin ji wan xwe ji dayîna bacê dizîne lê divê êdî bidin.

Da zanîn jî, divê karmendên biyanî yên ku di sektora petrolê de kar dikin jî bacê bidin. Ji ber ku çavkaniya dahata wan, Herêma Kurdistanê ye, ne welatekî din e.

Rêveberê Giştî yê Wezareta Darayî û Aborî Kemal Wertê ji K24ê re jî diyar kir: “Hemû biryar, ji bo pêkanîna dadweriya civakî, zêdekirina dahatê û cibicîkirina daxwaza xelkê, ji bo xurtkirina sîstema hikumraniyê ne.”