Qasim Suleymanî 82 Lîwa ser li Sûriye û Iraqê damezirandine

Qasim Suleymanî tenê li Sûriyê 60 Lîwa ku ji 70 hezar çekdaran pêk tê damezirandine.
Qasim Suleymanî
Qasim Suleymanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Mezinê şêwirmendên leşkerî yên rêberê Îranê ragihand, Qasim Suleymanî 82 Lîwayên ser bi Îranê ve li Sûriye û Iraqê damezirandine.

Mezinê şêwirmendên leşkerî yên rêberê Îranê Rehîm Sefewî di hevpeyvînekê ligel ajansa “IRNA” ya Îranî de ragihand, Berpirsê Operasyonên Derve yên Supaya Pasdaran Qasim Suleymanî 82 Lîwa li Sûriye û Iraqê damezirandine.

Diyar kir, Qasim Suleymanî tenê li Sûriyê 60 Lîwa ku ji 70 hezar çekdaran pêk tê damezirandine. Herwiha 22 Lîwa jî di bin navê Heşda Şeibî de damezirandine.

Rehîm Sefewî diyar kir, hêzên wan li Sûriyê di bin serperiştiya Feyleqa Qudisê li kêleka artêşa Sûriyê şer dikin.

Tekez kir, ew mîlîşya ser bi Tehranê ve û piraniya wan piştevaniya darayî û rahênankirina leşkerî ji Îranê werdigirin.

Amaje bi wê yekê da, Qasim Suleymanî ligel rola wî ya leşkerî, danûstandinên dîplomasî yên li ser asta stratejî bi hejmarek serokên welatan re kiribûn.

Fermandarê Feyleqa Qudisê Qasim Suleymanî û Cîgirê Serokê Heşda Şeibî Ebûmehdî Mohendis roja 3.1.2020an li nêzîkî firokxaneya Bexdayê de di êrîşeke firokeyeke bêfirokvan a Amerîka de hatibûn kuştin.