Hêzên Îranî çekan ji Iraqê derbasî Dêrazorê dikin

Mîlîşyayên ser bi Îranê ve 4 barhilgirên ku mûşekên Îranî hildigirin ji Iraqê derbasî parêzgeha Dêrazorê kirin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên çekdar ên ser bi Îranê ve karwaneke barhilgirên çekan ji Iraqê derbasî Sûriyê kir.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, mîlîşyayên Fatimiyon yên ser bi Îranê ve 4 barhilgirên ku mûşekên Îranî hildigirin ji Iraqê derbasî parêzgeha Dêrazorê kirin.

Diyar kir jî, wan barhilgiran barên xwe yên çekdan li komgeha bazirganiyê yên navçeya di navbera bajarokê Meyadîn û bajarokê Mihkan li rojhilatê Dêrazorê vala kirin.

Li gor zanyariyên Rewangehê, mîlîşyayên Îranî navçeyên li nêzîkî sînorê Iraqê bi cih dibin û gelek caran jî ji tirsa êrîşên Îsraîlê jî, cihên xwe diguhêrin.

Ev di demekê de, Mezinê şêwirmendên leşkerî yên rêberê Îranê ragihand, Qasim Suleymanî 82 Lîwayên ser bi Îranê ve li Sûriye û Iraqê damezirandine, ji wê hejmarê jî 60 lîwa bi 70 hezar çekdar li Sûriyê ne.

Herwiha Rewangeha Sûrî ya Mafên mirovan belav kir, duhî hejmarek ji firokeyên bêfirovan li bajarê Bokemal li Dêrazorê geriyan û dengê 8 teqîna hatin bihîştin.