Tendirustkarê Diyarbekirê: Barê me her diçe girantir dibe

Tendirustkaran didin zanîn ku divê herî kêm %20 mûçeyê wan were zêdekirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê ji aliyê tendirustkaran ve derbarê derfetên karkirinê û aboriyê yên xebatkarên qada tendirustiyê de çalakiyek hat li darxistin. Tendirustkaran dan zanîn ku di serdema pandemiyê de derdora %30î hêza danûstanê ya tendirustkaran daketiye û divê herî kêm %20 muçeyê wan were zêdekirin.

Li Diyarbekirê di hewşa Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Gazî Yaşargîl ku nexweşxaneya pandemmiyê ye çalakiyek tendirustkaran hat li darxistin. Tendirustkaran bi pankartan bal kêşandin ser rewşa xwe û amaje kirin ku ew çepikan naxwazin, ew daxwaza mafên xwe dikin. Hevserokê Sendîqeya Kedkarên Tendirustiyê Yê Şaxa Diyarbekir Şiyar Guldîken anî zimên bi çepikan û pesindayînê pirsgirêkên tendirustkaran çareser nabin û ya pêwîst ew e ku barê tendirustkaran ê kar were sivikkirin û ji aliyê  aborî ve jî piştgiriyek wisa were dayîn ku tendirustkar bikaribin pêdiviyên xwe dabîn bikin.

Şiyar Guldîken ji K24ê re got: "Yanî rastî em êdî nikarin debara xwe bikin. Em rast bêjin. Li gorî sala borî hêza me ya kirrînê 3/1 kêm bûye. Yên ku sala borî bi 1000 lîreyî di kire de bû, niha kirêya wan buye 1400 lîre. Yên ku 2 kîlo goşt distand niha nikare 1,5ê vî bistîne."

Tendirustkaran dan zanîn ku tevî hemu bangewaziyên wan hîn jî rayedarên dewletê bersiva daxwazên nedane û tenê sendîqayên nêzîkî hikumetê re hevdîtin tên kirin. Tendirustkar Esat Altinişik jî balê dikêşe ku ji dêvla ku derfetên karkirinê bo tendirustkaran werin başkirin, berovajiyê wê barê ser milê wan girantir bûye.

Esat Altinişik dibêje: "Ji aliyê aboriyê ve em pirr zehmetiyê dikêşin. Ji aliyê xebatê ve jî em pirr zehmetiyê dikêşin. Hemu saziyên fermî yên dewletê 6 seetan dişixulin; lê em 8 seetan dişixulin. Ji berk u hijmara tendirustkaran kêm e ji ber vê jî barê me girantir dibe û rojê heta 12-13 seetan jî em dişixulin. Barê me %50 girantir bûye."

Nûnerên tendirustkaran anîn zimên  ku ewê çalakiyên xwe bidomînin. Sendîqa û rêxistinên tendirustkaran dan zanîn ku ew amadekariyan dikin ku di 15ê mehê de çalakiyek berfireh ku li 81 bajaran were li darxistin pêk bînin.