Keşnasî: Li Herêma Kurdistanê baran û berf dibare

Li gor pêşbîniyên Rêveberiya Keşnasiyê, barîna baranê li Herêma Kurdistanê dest pê dike.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor pêşbîniyên Rêveberiya Keşnasiyê, barîna baranê li Herêma Kurdistanê dest pê dike û li navçeyên çiyayî jî berf dibare.

Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê pêşbîniyên 48 demjimêrên bê yên keşûhewayê belav kirin û diyar kir, asmanê Herêma Kurdistanê îro nîv ewrî dib û bi şevê re jî asman bi temamî dibe ewr.

Derbarê keşûhewaya sibe de, Rêveberiya Keşnasiyê pêşbînî kir, sibe Pêncşemê barîna baranê li Herêma Kurdistanê dest pê bike. Bi şevê jî li navçeyên çiyayî jî berf bibare.