ENKS: Destdirêjiyek li ser Pêşmergeyên Roj, destdirêjiya li ser her malbateke kurd e

Serkirdeyên PYDê ji bo diyaloga kurdî hilweşînin daxuyaniyên li dijî Pêşmergeyên Roj didin.
Pêşmergeyên Roj
Pêşmergeyên Roj

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) daxuyaniyên li dijî Pêşmergeyên Roj şermezar dike û daxwazê ji aliyên gerentîkar ên diyaloga kurdî dike sînorekê ji van daxuyaniyan re deynê û radigihîne, “Her destdirêjiyek li ser Pêşmergeyên Roj, destdirêjî û sivikkirina bi her malbateke kurd e.”

Emîndariya Giştî ya ENKSê daxuyaniya endamê Desteya Serokatiya PYDê û Serokê Şanda Danûstandkar a PYNKê Aldar Xelîl şermezar kir û di daxuyaniyekê de ragihand, “Di dema ku gelê kurd ku li benda gihîştina bi rêkeftina yekrêziya kurdî ye, hin serkirdeyên PYDê car carê derdikevin û daxuyaniyan ji bo hilweşandina danûstandinan didin. Ew daxuyanî jî berdewamiya gefxwarina li malbatên Pêşmerge, şewitandina ofîsên ENKSê û partiyên wê û gurkirina ragihandinê li dijî ENKSê ne.”

Di daxuyaniya ENKSê de hat: “Daxuyaniya Serokê Şanda Danûstandkar a PYNKê ya ku Pêşmergeyên Roj bi çete bi nav kirine, hewleke din e ji bo revîna ji danûstandinên ku bi serperitşiya Amerîka tên birêvebirin e û hilweşandina yekrêziya kurdî ye, ji ber ku ew prose dê rê bide Pêşmergeyên Roj vegerin cihê xwe yên asayî bigirin û berevaniyê di ber herêmên xwe de bikin.”

Di beşeke din a daxuyaniya ENKSê de hat: “Em wek ENKS tekeziyê li wê dikin, her destdirêjiyek li ser Pêşmergeyên Roj, destdirêjî û sivikkirina bi her malbateke kurd e ku kurên wan bi xwîna xwe qurbanî di ber berevaniya li xak û gelê Kurdistanê de kirine.”

Herwiha ENKSê di daxuyaniya xwe de got: “Em daxwaz ji aliyê gerentîkar ê danûstandinên kurdî Amerîka û HSDê dikin sînoreke dawî ji van destdirêjî û zêdegaviyan re deynin û her kesê baweriya wî bi yekrêziya kurdî nîn e ji danûstandinan dûr bixe. Herwiha daxwaz ji serkirdatiya PYNKê dikin jî, helwesta xwe ji daxuyaniya Serokê Şanda wê diyar bike û lêborînê ji Pêşmergeyên Roj wan ên qehreman û malbatên bixwaze.”

ENKSê radigihîne, “Di dema ku em van daxuyaniyan şermezar dikin, ji gelê kurd re tekez dikin ku kurên wan Pêşmerge Roj, xwe ji bo berevaniya di ber gelê kurd de terxan kirine.”

Di dawiya daxuyaniyê de jî ENKS tekez dike: “Em tekeziyê li pabendbûna xwe bi berdewamiya danûstandinan li ser prensîpên ku me piştre li ser hev kiriye û li ser bingeha rêkeftina Duhokê dikin.”