Li Çewlîgê tendera nêçîra pezkoviyan hat betalkirin

Dadgeha Çewlîgê tendera nêçîra pezkoviyan betal kirin.
Pezkovî
Pezkovî

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Çewlîgê tendera nêçîra pezkoviyan betal kirin.

Wezareta Daristan û Çandiniya Tirkiyê, bo nêçîra deh pezkoviyan tender vekiribûn. Sendîkaya Parêzerên Çewlîgê bi armanca parastina jîngeh û betalkirina tenderê li Dadgeha Erziromê doz vekir.

Dadgehê daxwaza sendîkayê di cîh de dît û tender betal kir.

Li Tirkiyê di bin navê geştyariya nêçîrvanî de, tenderên nêçîra ajelên kovî tên vekirin û li welatên cûrbicûr yên cîhanê nêçîrvan berê xwe didin çiyayên Kurdistanê.

Hê berê jî, bi hewldana sazî û xelkên Dêrsim û Erzîncanê tenderên nêçîra pezkoviyan hatibû betalkirin.