Kesek ji Brîtanyayê vegeriya Duhokê û guman heye bi nifşê nû yê Koronayê ketibe

Hemû wan kesên ku pê re ketine têkiliyê, hatin agahdarkirin û hatine karantînekirin.
Duhok
Duhok

Duhok (K24) – Zilamek ji welatê Brîtanyayê vegeriya Duhokê û guman heye ku bi nifşê nû yê Koronayê ketibe, hemû wan kesên ku pê re ketine têkiliyê, hatin agahdarkirin û hatine karantînekirin.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Parêzgeha Duhokê Dr. Efrasîb Mûsa ji Kurdistan24ê re ragihand; li Duhokê haleteke gumana ji cûreya vîrûsa nû ya Koronayê hat destnîşankirin.

Dr. Efrasîb Mûsa eşkere kir ku hemû pişkinîn û rêkarên pêwîst hatine pêkanîn û niha li benda encamên pişkinînê ne.

Mûsa herwiha ragihand; ew kes ji xelkê Duhokê ye, ji welatê Brîtanyayê vegeriyaye û hemû kesên ku pê re ketine têkiliyê, hatine karantînekirin û di binkontrolê de ne.

Nifşê nû yê Koronayê çi ye?

Nifşê nû yê Koronayê bi rêjeya %70 zêdetir bilez belav dibe û cara ewil di meha Îlona 2020an de li Brîtanyayê hat dîtin û piştre rêjeya pêketinê li wî welatî zêde bû û veguhest çend welatên din, çendîn welat jî geştên xwe yên esmanî yên bo Brîtanyayê rawestandin û li navxwe jî Brîtanya qedexeya hatûçûnê ragihand.