"Li Duhokê hejmara pêketiyên Koronayê kêm dibe"

Cîgirê Parêzgarê Duhokê Macid Seyîd Salih li ser kêmbûna pêketina bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) li sînorê parêzgeha Duhokê ragihand; hejmara tûşbûyên Koronayê kêm dibe.
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) - Cîgirê Parêzgarê Duhokê Macid Seyîd Salih li ser kêmbûna pêketina bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) li sînorê parêzgeha Duhokê ragihand; hejmara tûşbûyên Koronayê kêm dibe.

Macid Seyîd Salih ji bajarê Duhokê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû li ser rewşa Koronayê ya li sînorê parêzgeha Duhokê axivî.

Salih ragihand; cihê kêfxweşiyê ye ku roj bi roj li sînorê parêzgeha Duhokê hejmara tûşbûyên Koronayê kêm dibe, heta wê radeyê ku hinek rojan gihiştiye heta bîst kesan.

Macid Seyîd Salih destnîşan kir ku berî sê çar mehan hinek rojan hejmara pêketiyên Koronayê li Duhokê digihîşt heta 700 kesan. Ev cihê kêfxweşiyê ye ku hejmara miriyan jî kêm bûye. Heta radeyekê kontrol li ser hatiye kirin.

Cîgirê Parêzgarê Duhokê bal kişande ser wê yekê ku ev nayê wê wateyê ku prose bi dawî bûye, an rûbirûbûna vîrûsa Koronayê bi dawî bûye, ew bi awayekî berdewam diyar dikin ku divê welatî pêgiriyê bi rênimayên tendirustiyê bikin.