Mihemed Îsmaîl: Gotinên Aldar Xelîl li dijî berjewendiyên miletê Kurd e

Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl li ser gotinên Aldar Xelîl ên derbarê Pêşmergeyên Roj de diyar kir: “Ev gotin û ev axaftin li dijî berjewendiyên miletê Kurd e.”
kurdistan24.net

Hewlêr (K24) – Endamê Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl li ser gotinên Aldar Xelîl ên derbarê Pêşmergeyên Roj de diyar kir: “Ev gotin û ev axaftin li dijî berjewendiyên miletê Kurd e.

Mihemed Îsmaîl ji bajarê Qamişlo yê rojavayê Kurdistanê beşdarî bultena nûçeyan a Kurdistan24ê bû û li ser gotinên Aldar Xelîl ên derbarê Pêşmergeyên Roj de, bersiv da pirsên Cemal Batun.

Endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl duh di hevpeyvînekê de gotibû; “Pêşmergeyên Roj ne Pêşmerge ne, belkû ew çeteyên dewleta Tirkiyê ne.”

Li ser van gotinan, Mihemed Îsmaîl diyar kir: “Ev gotin û ev axaftin li dijî berjewendiyên miletê Kurd e, dijî hemû tiştên ku aramî têxe nav civaka Kurdî de, weke name ne, dişînin û dibêjin nehezên Kurdan ku 'ez amade me ku nehêlin tiştekî Kurdayetî, tiştekî nêzîbûneke Kurdan pêk bê'. Tê vê wateyê, ji xeynî vê, wate jê re tine ne.”

Mihemed Îsmaîl destnîşan kir: “Ne cara ewil e ku Serokê Şanda PYNKê van daxuyaniyên xirab li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî (ENKS) dide, berî niha jî şewitandina ofîsên encûmenê, herwisa ragihandinên wan rojane gotinên xirab û tevgerên xirab derheqê Encûmena Niştimanî ya Kurdî û xebatkarên miletê Kurd, îro destdirêjahî vê carê ser muqedestirîn hêza miletê Kurd, Pêşmergeyên Roj herî destsipî ye derbarê hemû krîza Sûriyê de, li seranserê Sûriyê, hêzeke siyasî bi xwe amade kiriye, berevaniyê di ber milk û mal û samanên miletê Kurd û pirsa Kurdî de dike.”

Îsmaîl diyar kir: “Îro ev axaftina derbarê wan de tê kirin, berjewendiya kesî tê de tine, ti berjewendiya miletê Kurd tê de tine, nearamiyek dixe nav civaka Kurdî, dilrehetî ji nav civaka Kurdî dûr dike, berevajî hemû rêkeftin û xalên ku em gihane hev, ew têgihiştinên ku me bi hevdû re kirine li ser bingeha rêkeftina Duhokê û rêkeftineke siyasî û îdarî û leşkerî be, ev binpêkirina hemû van tiştan e.”

Endamê Desteya Serokatiya ENKSê eşkere dike: “Dewletên derdorê û nehezên Kurdan ne razayî ne, her çi gavekê ber bi pêş biçe, diyaloga Kurdî bi ser bikeve, yekrêzî di nav mala Kurdî de çêbibe, nehez gelek in û ji hemû aliyan ve li dijî wê disekinin.”

Mihemed Îsmaîl bang li Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî kir û got: “Ji aliyê garantîdar, ji Kak Mezlûm tê xwestin ku eger cidî ye û dikare vê rêkeftinê alîkariyekê pê bike, lazim e van dengên han û van xelkê han bisekinîne, ev ne cara ewil û ne ya didoyan û ne ya sisêyan e ku van axaftinên tund ên xirab ku proseyê tevde têk dibe.”