HEZKURD: Xemsariya partî û saziyên kurdan li dijî zimanê kurdî napejirînin

Banga HEZKURDê ji bo Partî û Saziyên Kurdan: Xemsariya we ya li dijî Zimanê Kurdî dibe sedema xemgînî û fikaran.
Berdevkê HezKurdê: Barij Celalî
Berdevkê HezKurdê: Barij Celalî

Navenda Nûçeyan (K24) – Hereketa Zimanê Kurdî (HEZKURD) bangek ji bo partî û saziyên kurdan belav kir û tê de got: “Hefteyek e bi piştgiriya çapemeniya Kurda ya kedkar, Miletê Kurd seferberiyek sergirtî ji bo Zimanê Kurdî ragihandiye. Lê mixabin, ev daxwaz û hêviyên rewa û mafedar ji aliyê baskê siyasî ve piştgiriyê nabînin.”

Banga HEZKURDê:

Banga HEZKURDê ji bo Partî û Saziyên Kurdan: Xemsariya we ya li dijî Zimanê Kurdî dibe sedema xemgînî û fikaran.

Wek rayagiştî ya Kurd jî dizane, ev hefteyek e bi piştgiriya çapemeniya Kurda ya kedkar, Miletê Kurd seferberiyek sergirtî ji bo Zimanê Kurdî ragihandiye. Saziyên zimên, dezge û komeleyên serbixwe, hin kesayetiyên serbixwe û çapemeniya Kurd ya hêja, ji bo dahatûya Zimanê Kurdî xwe diperitînin. Daxuyanî, agahî, daxwaz û çalakî li pey hev du tên. Taybet jî mamosteyên Zimanê Kurdî yên perwerdekirî, ji bo dengê xwe bigihînin civakê bê rawestan dixebitin. Lê mixabin, ev daxwaz û hêviyên rewa û mafedar ji aliyê baskê siyasî va bersiv e û piştgiriyê nabînin.

Em wek Hereketa Zimanê Kurdî, vê bêdengî û xemsariya partî û saziyên Kurdan napejirînin û rast nabînin. Ger siyaset guh nede daxwaz û hêviyên gel yên rewa, ew gav dê têk biçe. Lê em dizanin ku siyaseta rasteqîn û rewa, guhdayîna daxwaz û hêviyên miletê xwe ye. Bi vê yekê em dixwazin li şûna miletê xwe, hin daxwaz û rexneyên xwe bigihînin partî û saziyên ku di nava civakê da pêşeng û xwedî rol in. Tê zanîn ku, miletên ku hatine polîtîzekirin û baskên wan yên sivîl hatine şikandin, çavên wan tenê li aliyê siyasî dinêre. Dîsa tê zanîn, yên ku rojeva civakê diyar dikin û rê li ber wan vedikin partiyên siyasî ne. Mînak ku HDP, ji bo 1ê Gulanê sedhezaran merivan li qadan kom dike. HÜDAPAR jî ji bo Qudsê sedhezaran merivan li Qada Amedê kom dike. Ev her du partî jî rastiya Miletê Kurd in û di dilê sedhezaran însanan da cîh girtine. Lê mixabin ji bo alîgirên xwe yan jî ji bo tevahî Miletê Kurd, di asta zimên da ti bersivê nadin daxwazên Kurdan. Divê ev rastî bi şêweyekî tund were rexnekirin. Ev rexneya me ne tenê ji bo her du partiyên ku me anîn li ser ziman, ji bo tevahî sazî û rêxistinên Kurdan e.

Rexne û banga me jî tenê ev e; gelo daxwazên alîgir û endamên we, yên ji bo Zimanê Kurdî ne di rojeva we da ye?

Bila bê zanîn ku, li gel van rexneyên mafedar, pêşniyarên me jî hene.

Ji bo pêşîlêgirtin û têkbirina bişavtinê û xurtkirina hişmendiya Zimanê Kurdî:

1- Divê hemî partî û saziyên Kurdan, di têkiliyên dîplomatîk da û di dîyalogên navbera hev da, Zimanê Kurdî wek zimanê hevpar bi kar bînin.

2- Divê hemî sazî, partî û rêxistinên Kurdan, di bin banê xwe da mezûnên beşa Kurdolojiyê bidin şixulandin da ku handan ango teşwîqkirina vê beşê zêde bibe. Ku ev beş, ji bo dahatûya Zimanê Kurdî pir girîng e.

3- Di nava civakê da û bi taybetî jî di dema hilbijartinan da, divê teqez bi Zimanê Kurdî propagandeya xwe bikin. Wek tê zanîn ku, di vî warî da ti astengî li pêş partiyan nîne li Tirkiyê.

4- Divê di hevdîtinên we yên dîplomatîk û dîyalogên we yên bi sazî û rêxistinên navdewletî ra, teqez bi Zimanê Kurdî be û her tim wergêrên zimanê biyanî li gel we hebin.

5- Divê di bin banê we da komîsyonên zimên hebin û xebatên zanistî li ser zimên bikin. Ger komîsyonên we hebin jî, divê hûn wan komîsyonan aktîv/çalak bikin.

6- "Dersên bi Zimanê Kurdî yên jibare" ku her sal li dibistanan tê dayîn, divê hûn alîgirên xwe motive bikin û dersên Kurdî (Zazakî û Kurmancî) bi wan bidin jibartin.

7- Medya civakî, qad û navnîşana hemdemîn ya cîhanê ye. Divê di hemî parvekirinên li ser medya civakî xwe da, zimanê Kurdî were bikaranîn.

8- Divê ji bo Zimanê Kurdî, çalakiyên mezin yên girseyî werin li darxistin. Û di wan çalakiyan da, rewatî û girîngiya zimên ji bo gel were şîrove kirin. Da ku bigîhêjin hişmendiya zimên û mafê xwe yê rewa bi dest bixin.

9- Cihên ku hûn lê xwedî erk û xwedî dengin, divê hûn ji bo Zimanê Kurdî panêl, konferans û semîneran li dar bixin û hişmendiya zimên di nava civakê da berfireh bikin.

Bila bê zanîn ku em amadene bi şêweyekî xwebexş û bê şert û merc, li ser wan pêşniyarên li jor bi hemî dezgeh, partî û aliyan ra bikevin nava kar û xebatên hevpar. HEZKURD wek rêxistineke sivîl û rewa, soza vê yekê dide.

Li ser navê Navenda Hereketa Zimanê Kurdî:

Berdevkê HezKurdê: Barij Celalî

Berpirsê Koordînasyona Navendî yê HezKurdê: Fevzî Bulgan

Berpirsê Dîplomasiyê yê HezKurdê: Fethûllah Elçî