Encama testa Koronayê ya gumanlêkiriyê Duhokê derket

Kesekê li Duhokê yê ku bi gumana ku nifşa nû ya Koronayê hilgirtiye, encama testa wî nîgatîv derket.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesê li Duhokê yê ku bi gumana ku nifşa nû ya Koronayê hilgirtiye, encama testa wî nîgatîv derket.

Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Duhokê Dr. Efrasiyab Mûsa ragihand, ew haletê ku guman lê hebû ku nifşê nû yê Koronayê hilgirtibe, encama testa wî derket û diyar bû ku ew bi Covid-19 ketiye, ne nifşê nû yê wê vîrûsê.

Duhî Dr. Efrasiyab Mûsa ji K24ê re ragihandibû, “Peyayek ji Brîtanyayê vegeriyabû Duhokê û gûman lê dihat kirin ku nifşê nû yê Koronayê hilgirtibe, ji ber wê hemû kesên têkelî wî bûne hatine agahdarkirin û kerentînekirin û li benda derketina encam in”

Berdevkê Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê Aso Hewêzî pêştir ragihandibû, “Xemsariyek di cibicîkirina rêkarên xweparêziyê de li cem welatiyan çêbûye. Em venaşêrin ku, çûnûhatina welatiyên Herêma Kurdistanê bi piraniya wan welatên ku nifşê nû yê Koronayê lê derketiye hebû.”

Nifşê nû yê Koronayê destpêkê li Brîtanyayê derket, bi gotina berpirsên wî welatî be jî, ev vîrûs bi berawirdekirina ligel Covid-19, bi rêjeya %70 bileztir belav dibe.

Bi kêmî ve çar kompanyayên çêkirina vaksînên li dijî Koronayê bawer dikin ku vaksînên wan bandorê li ser nifşê nû yê Koronayê dikin û niha testan dikin û dê di çend hefteyên pêş de encamên testên wan diyar bibin.