Li Herêma Kurdistanê 4 kesên din bi Koronayê canê xwe ji dest dan
Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand; di 24 demjimêrên borî de 69 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî canê xwe ji dest dane.
Wezareta Tendirustiyê di daxuyaniya xwe de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 69 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 17 kes li Hewlêrê, 17 kes li Silêmaniyê, 33 kes li Duhokê, 1 kes li Germiyanê û 1 kes li Raperînê ne.
Wezaretê diyar kir, 4 kesan ji ber vîrûsa Koronayê canê xwe ji dest dane, ji 2 kes li Silêmaniyê û 2 kes li Duhokê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne, hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 971 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne.
Amarên giştî:
Pêketin: 104843
Mirin: 3431
Başbûn: 83872
Wezareta Tendirustiyê, ji bilî ku destxweşiyê li karmendên tendirustiyê û hemû tîmên bijîşkî yên li ser kar in dike, careke din ji welatiyan daxwaz dike, pabendî rênimayên tendirustiyê bibin û ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha gava hewce bû telefonî hejmara 122ê bikin ku xeta yekser a ji bo Covid-19ê ye.