Navenda Hunerî ya Mamlê xelata îsal dide hunermend Dilşad Seîd

Navenda Hunerî ya Mamlê xelata xwe ya îsal pêşkêşî muzîkjenê navdar Dilşad Seîd dike.
Dilşad Seîd
Dilşad Seîd

Hewlêr (K24) – Navenda Hunerî ya Mamlê xelata xwe ya îsal pêşkêşî muzîkjenê navdar Dilşad Seîd dike.

Di daxuyaniya Navenda Hunerî ya Mamlê de hat ragihandin ku xelata 2021ê, dê pêşkêşî muzîkjenê navdar ê Kurd Dr. Dilşad Seîd were kirin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Her sal li gor şiyana me, ji bo rêzgirtina hunermendê salê, merasîmeke rêzgirtinê ji aliyê Navenda Hunerî ya Mamlê ve tê amadekirin, îsal jî me dixwest em di merasîmeke hêja de vê xelatê pêşkêşî mamoste Dilşad Seîd bikin, lê mixabin îsal ji ber pandemî û nexweşiya Koronayê û ji bo parastina silametiya her kesî, ev derfet pêk nayê.”

Navenda Hunerî ya Mamlê diyar dike: “Emê bi nûnerên Navenda Hunerî ya Mamlê û bi nûnertiya hemû wan kesên bawer dikin mamoste Dilşad Seîd hêjayî vê xelatê ye, bi çend kesên rêzdar, bibin mêvanê mamoste Dilşad Seîd û xelatê pêşkêş bikin.”