Amerîka: Em piştevanê danûstandinên Kurdî-Kurdî ne

Herwiha balyozxaneya DYA dide zanîn; ev danûstandin û piştevaniya temamker a pêvajoya siyasî li Sûriyeyê ye.
Amerîka piştevaniya xwe ji danûstandinên kurdî-kurdî re tekez dike
Amerîka piştevaniya xwe ji danûstandinên kurdî-kurdî re tekez dike

Navenda Nûçeyan (Hewlêr) - Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), piştevaniya xwe ya ji bo danûstandinên Kurdî-Kurdî li Rojavayê Kurdistanê tekez dike. Hat ragihandin ku ev piştevanî ji bo temamkirina pêvajoya siyasî a li Sûriyeyê ye.

Balyozxaneya DYA ya li Şamê bi riya rûpela xwe ya Facebookê radigihîne, "Amerîka piştevaniya danûstandinên di navbera Encûmena Niştîmaniya Kurdî (ENKS) û Partiyên Yekîtiya Niştîmanî (PYNK) li Rojavayê Kurdistanê dike. Hêvîdar in danûstandin ber bi pêş ve berdewam bin."

Her wiha balyozxaneya DYA dide zanîn; ev danûstandin û piştevaniya temamker a pêvajoya siyasî li Sûriyeyê ye.