21 milyar Dînar li cotkarên Herêma Kurdistanê tên belavkirin

Beşek ji pereyên genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji Bexdayê gihîşt Herêma Kurdistanê.

Navenda Nûçeyan (K24) – Beşê pêncem ê mafên darayî yên cotkarên Herêma kurdistanê gihîşt Herêmê. Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê jî aşkere dike, pereyên gihîştine 21 milliyar û 700 milliyon Dînar e.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê yê Herêma Kurdistanê Newzad Şêx Kamîl ji K24ê re got: “Beşê pençem ê mafên darayî yên sala 2020an ên cotkarên Herêma Kurdistanê ku 21 milliyar û 700 milliyon Dînar e gihîşt û pere li cotkarên Herêma Kurdistanê tên belavkirin.”

Newzad Şêx Kamîl diyar kir, 6 milyar û 400 milyon Dînar ji bo cotkarên Hewlêrê, 6 milyar ji bo cotkarên Duhokê û 9 milyar jî ji bo cotkarên Silêmaniyê ne.

Amaje bi wê da, di vê hefteyê de hemû rêkarên îdarî tên temamkirin û di hefteya bê de ew pere li cotkaran tên belavkirin.

Rêveberê Giştî yê Bazirganiyê ragihand jî, sala borî 390 hezar ton genimê cotkarên Herêma Kurdistanê ji bo hikûmeta Iraqê hat şandin û buhayê wê 200 milyar û 277 milyon û 919 hezar e, ji wê heya niha 75 milyar Dînar gihîştina Herêma Kurdistanê û beşê din jî maye.