Remezan Deger Zivistanê jî melevaniyê dike

Remezan Degerê ji Cizîra Botan her roja Zivistanê dikeve nav ava sar û cemidî.
kurdistan24.net

Stenbol (K24) – Kurdekî ji Cizira botan di sir û sermaya Zivistanê de jî dest ji melevaniyê bernadê û ev 6 sal in her roj dikeve nav ava sar û cemidî. Ev Kurdê bi navê Remezan Deger di gel temenê xwe yê 53 saliyê her roj bi baysikila xwe 70 km rê diçe û piştre xwe diavêje nav ava sar ya behra stenbolê.Ew dibêje ketina nav ava sar êdî bûye parçeyeka jiyana wî û ew vê sporê wek derman dibîne.

Di heyvên Zivistanê de piraniya mirovan bi cilûbergên germ û stûr xwe ji sermayê diparêzin. Lê Kurdekî ji Cizira Botan di sir û sermaya çilê Zivistanê de jî dest ji melevaniyê bernadê û ev 6 sal in her roj xwe diavêje nav avên sar û cemidî. Remezan Degerê 53 salî li gel hemî sir û seqema Zivistanê her roj saet 5 sibehê bi baysikila xwe nêzîkî 70 k.m rê diçe û tê beraveka Stenbolê û dikeve nav avên wek qeşayê. Remezan dibêje tu cara ava cemidî ji bo wî nebûye kêşe û ew vê sporê ji bo xwe wek dermanekê dibîne.

Werzişvan Remezan Deger ji K24ê re got: “Zivistanê havînê her dem di berfê de jî em dikevin nav avê.Niha li derve hewa gelek sar e lê di behrê de gelek germe.Piştî laşê me elimî ava sar em herdem dikevîn nav avê.Tiştek gelek başe ji bo min wek dermanekî ye.”

Remezan Degerê ku ji zarokatiya xwe ve bi sporê ve mijûl bûyî li vê berava stenbolê her roj li gel bi dehan hevalên xwe dikeve nav avê ku temenê hinekan ji 70 saliyê jî derbas bûye.Remezan dibêje ji ber ku wan laşê xwe elimandiye ava sar ew êdî nacemidin.

Remezan Deger dibêje: “Cara pêşiyê mirov hinekê dicemide.Wextê mirov deqiqeyek an du deqîqeyan dimîne nav avê de gelek germ e. Mirov cemidandinê êdî ji bîr dike. Niha ev der gelek sar e lê behr gelek germ e.Laşê mirov dielime rastî tiştek gelek baş e.”

Li gel ku remezan her roja zivistanê jî dikeve nav vê ava sar û cemidî diyar dike heta niha ew hîç nexweş ne ketiye.

Remezan Deger diyar dike: “Temenê min ji 50 saliyê derbas bûye. Ez ne Zivistan ne jî Havînê rojekê jî nexweş neketime û neçûme doktor. Ev hemû jî ji ber ku ez sporê dikim, li baysikilê siwar dibim û dikevin nav behrê lewma ez nexweş nakevim. Ez sporê ji bo herkesê pêşniyar dikim. Mirovê ku sporê bike û bikeve nav ava sar nacemide.”

Remezan Degerê ku ev zêdetirî 30 sal in li Stenbolê dijî li gel sir û sermaya zivistanê ketina nav ava sar û cemidî wek parçeyeka jiyana xwe dibîne û piştî ku ew ji avê derdikeve li baysikila xwe siwar dibe û diçe kar heta ku sibê cardî vegerê vê beravê