Rêveberiya Xweser: Pirsgirêka nan di demeke nêzîk de çareser dikin

Çend roj in pirsgirêka kêmbûna nan li bajarê Qamişlo û Hesekê derketiye û 6 firneyên nan ên taybet (siyahî) deriyên xwe girtine.
Firnekeye bajarê Qamişlo
Firnekeye bajarê Qamişlo

Navenda Nûçeyan (K24) – Çend roj in pirsgirêka kêmbûna nan li bajarê Qamişlo û Hesekê derketiye û 6 firneyên nan ên taybet (siyahî) deriyên xwe girtine. Rêveberiya Giştî ya Firneyan dibêjin ew ê di çend rojên bê de pirsgirêkê çareser bikin.

Çend roj in welatiyên Qamişlo û Hesekê rastî pirsgirêka kêmbûna nan tên. Bi gotina xwediyên firneyan, ji ber buhabûna ard, êdî ew bi zerer kar dikin û daxwaz ji Rêveberiyê Xweser dikin ku çareyekê ji wan re bibîne.

Li ser vê pirsgirêkê Hevserokê Rêveberiya Giştî ya Firinan a Herêma Cizîrê Mehmûd Mihemed da zanîn, ew bi xwediyên firinên taybet civiyan û da ku çareseriyekê ji pirsgirêkên wan re bibînin û diyar kir, ew niha lêkolînan dikin ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bibînin û dê di 2 rojan de encamên lêkolînan derkevin.

Mehmûd Mihemed diyar kir, wa pêşniyarên xwediyê firinan jî tev li lêkolînên xwe, rakirine Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê û got: "Daxwazên xwediyê firinan ew bûn ku nirxê heyî nema têra wan dike anku têra pêdiviyên wan ê jiyanî nake."

Nirxê torbeyek nanê firinên taybet (nanê siyahî) li gorî biryara Rêveberiya Firinan 500 Lîre bû, lê xwediyên firneyan daxwaz dikin ku buhayê wê bibe 650 Lîre.

Bi rewşa aboriya xerap ya welatiyên rojavayê Kurdistanê re, eger firne werin girtin, yan jî eger nan biha bibe, li her du aliyan zirar li welatiyan dibe.