Li Ezazê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Li gundê Sico yê ser bi Ezazê ve bombeyek bi otomobîla nan difiroşe de teqiya.
Teqîna li gundê Sico yê ser bi Ezazê ve
Teqîna li gundê Sico yê ser bi Ezazê ve

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gundekî herêma Ezazê ya li bakurê Helebê teqînekê rû da û di encamê de kesek hate kuştin û 6 kes jî birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li gundê Sico yê ser bi Ezazê ve bombeyek bi otomobîla nan difiroşe de teqiya. Di encamê de kesek hate kuştin û 6 kes jî birîndar bûn. Herwiha ziyanên madî jî gihîşt mal û dukanên welatiyan.

Bajarê Ezazê bi 15 k.m li rojhilatê Efrînê dikeve û di destê çekdarên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike de ye.

Li hemû herêmên rojavayê Kurdistanê û Sûriyê yên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê de ne, rewşa ewlehiyê gelekî xirap e û her car jî teqîn lê rû didin.