Jeffrey: Têkiliyên Amerîka û Tirkiye di dema Joe Biden de dê gelek xirab bin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeyê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bo karûbarên Sûriyê James Jeffrey da xuyakirin, "Krîza S400an derbeya herî mezin li pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê daye."

Balyozê berê yê Amerîka bo Tirkiyeyê û Şandeyê karûbarên Sûriye James Jeffrey da xuyakirin, "Aliyên berê li Amerîkayê piştevaniya Tirkiyeyê dikirin, ji ber kirîna sîstemên S400 êdî aliyê xwe guhertine."

Jeffrey got, "Ew di dema Serokatiya Joe Biden de, ji bo pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê ne geşbîn e û di asta herî xirab ya çil salên dawî de ne."

Jeffrey got, "Mijara sîstemên S400 û firokeyên F-35 ji bo Amerîka jiyanî ne û di dîroka pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê de ji vê zêdetir tiştekê ziyan nedaye pêwendiya aliyan."