Keştiya Rûsyayê binav bû

Li gor ajansan, keştiya Rûsyayê ya bi navê Arvîn ku 13 fermanber têde bûn, ji ber rewşa nebaş ya hewayê li bendera Bartinê ya Tirkiyeyê binav bû.
Wêne: Keştiya Rûsyayê binav bû
Wêne: Keştiya Rûsyayê binav bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Keştiyeke Rûsyayê li Derya Reş binav bû. li gor agahiyen destpêkê 2 kesan canê xwe ji dest dan û 5 kes jî hatin rizgarkirin.

Li gor ajansan, keştiya Rûsyayê ya bi navê Arvîn ku 13 fermanber têde bûn, ji ber rewşa nebaş ya hewayê li bendera Bartinê ya Tirkiyeyê binav bû.

Piştî hewlên rizgarkirinê, termên du kesan hatin dîtin û 5 kes jî hatin rizgarkirin. 

Lêgerîna 6 kesên din didome. Li gor zanyariyan, hemû fermanberên keştiyê welatiyên Rûsyayê ne.