Li Tirkiye Vaksîna Çînî li çend kesan dane?

Ji Çînê bo Tirkiyeyê 3 milyon doz vaksîn hatibû şandin ku bo milyonek û 500 hezar kesan were bikaranîn. 
author_image Kurdistan24 Hewlêr
Li Tirkiye lêdana vaksîn a Çînî berdewam e
Li Tirkiye lêdana vaksîn a Çînî berdewam e

Navenda Nûçeyan (K24) - Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê hejmara karmendên tendirustiyê ku vaksîn wergirtine gihiştin 700 hezar kesan. Roja pêncşemê proseya vaksînkirinê destpê kiribû. 

Ji Çînê bo Tirkiyeyê 3 milyon doz vaksîn hatibû şandin ku bo milyonek û 500 hezar kesan were bikaranîn. 

Her çend li ser karîgeriya vaksîna Çînî nîqaş berdewam bin jî, karmendên tendirustiyê wergirtina vaksînê take çare û wek erkeke civakî dibînin.

Karmendekî tendirûstiyê ji Kurdistan24 re diyar dike, "Pênc meh berê ez bi korona ketim. Destpêkê hin azar hebûn. Dema vaksîn hat, min biryar da werbigrim, ji ber ku take çare ye. Di wergirtina vaksînê de tu êş û kêşe nebû. Wergirtina vaksînê berpirsiyariyeke civakî ye. Çareyeke din nîne. Divê hemû kes werin vaksînkirin."

Di roja yekemîn de, serokomor û wezîr û hin parlamenteran vaksîn wergirtibûn. Li gor daxuyaniya Wezîrê Tendirustiyê, tenê ji Çînê dê 50 milyon doz werbigrin û bi kompaniyên Rûsya û Almanya re jî pêwendî didomin. 

Nîqaşên li ser vaksîna Çînê û wernegirtina vaksîna Bîontekê jî didomin. Li gor hin dijbereyan, ji ber lawaziya aborî, Tirkiye neçarî vaksîna Çînê maye û kompaniyên Almanî û Amerîkî ji ber sedemên buhayê bi Tirkiyeyê rêknekeftine.