300 polîsên leşkerî yên Rûsî gihîştin Hesekê

Erkê sereke yê wê yekîneyê, cibicîkirina aramiyê li herêmê û çavdêrîkirina rewşa agirbestê ye.

Navenda Nûçeyan (K24) – Rûsya ji bo bihêzkirina xalên xwe yên çavdêriyê, 300 polîsên din ên leşkerî şandin rojavayê Kurdistanê.

Efser û berpirsê di Çavdêriya Rûsî – Sûrî a Hevbeş de Dîmitry Sontsov ragihand, ji bo bihêzkirin xalên çavdêriyê ya hevbeş a Rûsî – Sûrî, wan yekîneyeke din a Polîsa Leşkerî ya Rûsî şand Hesekê.

Diyar kir jî, erkê sereke yê wê yekîneyê, cibicîkirina aramiyê li herêmê, çavdêrîkirina rewşa agirbestê û pêşkêşkirina alîkariyan ji xelkê wê herêmê re ye.

Wî efserê Rûsî diyar kir jî, di rojên pêş de ew ê yekîneyên din jî bişînin rojavayê Kurdistanê û dê li Eyn Îsa, Til Temir, Amûde û hin cihin din bêne belavkirin.

Da zanîn, helîkopterek leşkerî ya Rûsyayê çek, alavên ragihandinê û alavine din ên leşkerî veguhastine herêmê.

Li gorî lihevkirina agirbestê ya di navbera Moskov û Enqerê de, yekîneyên Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê ji bo parastina aramiya herêmê li xalên çavdêriyê yên parêzgeha Hesekê bi cih bûne.

Piştî êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Eyn Îsayê, di dawiya meha Berçile de jî, hêzeke Polîsa Leşkerî ya Rûsyayê li bajarokê Eyn Isayê bi cih bûbû.