Bijîşk: Testa penceşêra malzarokê zû were kirin, dermankirin pêkan e

Bijişk: Dermankirina penceşêra malzarokê sedîsed pêkan e, heger test zû ji nexweş re were kirin.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Yek ji cureyên penceşêrê ya li Bakurê Kurdistanê herî gelek tê dîtin û li tevahiya cîhanê jî salane 570 hezar kes pê dikevin Penceşêra Devê Malzarokê ye ku meha yekem wek Meha Bîreweriya Penceşêra Devê Malzarokê tê qebûlkirin. Bijişk amaje dikin ku li Bakurê Kurdistanê di demên dawîn de ji ber xebatên hişyarî û danasîna xweparastinê Penceşêra Devê Malzarokê ji berê kêmtir tê dîtin û wek berê ne kujende ye û dermankirin jî êdî sedîsed pêkan e.

Meha rêbendanê wek Meha Bîreweriya Hember Penceşêra Malzarokê tê qebûlkirin û bang tê kirin ku Penceşêra Malzarokê yek ji wan cureyên penceşêrê ye ku sedîsed dermankirina wê pêkan e û rêbazên pêşîlêgirtinê jî diyar in.  Bijişk amaje dikin ku her çiqas penceşêr wek nexweşiyeke kujende tê nasîn jî xebatên dermankirina penceşêra malzarokê gihiştine wê astê ku dema serilêdana nexweşxaneyan zû were kirin pêşîlêgirtina nexweşiyê jî pêkan e. Bijişka Nexweşînên Jinan Sabîre Aygun dide zanîn ku eger di temenê 11-12ê de test were kirin pêkan e ku jin bo pêşerojê xwe ji penceşêra malzarokê biparêzin.

Bijişka nexweşiyên jinan Sabîre Aygun ji K24ê re got: "Penceşêra Devê Malzarokê take penceşêr e ku sedîsed pêkane mirov pêşî lê bigire. Perpunên wê hene. Bi vîrusê ev nexweşî derdikeve holê. %95-99ê vê nexweşiyê ji ber virusê ye. Ev perpun dikare pêşî li vîrusê bigire."

Bijişk hişyariyê didin ku sedemên peydabuna penceşêra malzarokê gelek in û her wiha bi rêya vîrusa bi navê Human Papîlloma Vîrus jî derbas dibe û bijişk didin zanîn ku penceşêra malzarokê bi pirranî di welatên ku paşmayîne de tê dîtin, li wêlatên pêşketî kêmtir tê dîtin. Bijişka Nexweşiyên Jinan Fatmanûr Hançer Çaça dibêje girîng e ku jin têkiliyên xwe bi bijişkên xwe re bi rêkûpêk bidomînin û bişewirin.

Bijişka nexweşiyên jinan Fatmanur Hançer Çaça diyar dike: "Em bi awayeke rêkûpêk testên penceşêrê dikin. Pêşniyara me li jinan ew e ku salê carekê testa penceşêrê ya malzarokê bikin. Bi teybetî pêşniyara me li jinên ku berzewacê ne ye. Ji ber ku zûpêhesîna vê nexweşiyê gelek girîng e. Eger neketibe qonaxa dereng dermankirin jî pêkan e."

Li gorî daneyan di nava sedemên mirinên jinan de penceşêra devê malzarokê di tevahiya cîhanê de di rêza 2. de ye. Li Bakurê Kurdistan û tevahiya Tirkiyeyê de jî di rêza 9. de ye. Dîsa li gorî daneyên Rêxistina Tendirustiyê Ya Cîhanê salane 570 hezar jin bi penceşêra deve malzarokê dikevin û bi pirranî jî ji ber derengmayînê 311 hezar jin jiyana xwe ji dest didin.