Brîtaniya: Em dixwazin di navbera Hewlêr û Bexdayê de rêkeftineke demdirêj pêk bînin

Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê diyar kir kir jî, Brîtanaya di gelek waran de hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê dike.
Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê James Thornton
Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê James Thornton

Navenda Nûçeyan (K24) – Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê radigihîne, ew dixwazin rêkeftineke demdirêj li ser pirsa darayî û budceyê di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin. Diyar kir kir jî, Brîtanaya di gelek waran de hevahengiyê ligel Herêma Kurdistanê dike.

Konsolê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê James Thornton ji K24ê re ragihand, “Em wek dostekî Herêma Kurdistanê, em dixwazin rêkeftineke hevseng di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê kirin, bi taybet li ser pirsa darayî. Em vê pirsê her dem bi berpirsên Iraqê behs dikin, li vir jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê han didin ji bo rêkeftinê ligel Bexdayê bike. Niha ku projeyasaya budceyê bo Parlamentoya Iraqê hatiye şandin, hêvîdar in aliyên siyasî vê projeyasayê pesend bikin.”

James Thornton got jî: “Em di gelek waran de hevahengiyê bi Herêma Kurdistanê re dikin, yek ji wan bernameya çaksaziyê di nava Wezareta Pêşmerge de ye, em hewl didin hemû hêzên Pêşmerge di bin navê Wezareta Pêşmerge de kom bibin.”