Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû bi Koronayê ket
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglu diyar kir ku ew bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketiye û dermankirina wî dê li malê bidome.
Parêzgarê Diyarbekir Munîr Karaloglû ji ser hisabê xwe yê Medyaya Civakî ragihand, ji ber çend nîşaneyan wî roja yekşemê serî li nexweşxaneyê daye û testa xwe ya Vîrusa Koronayê kiriye.
Karaloglu da zanîn ku encama testa wî ya Covid-19 pozîtîf derketiye û niha ew li malê ye û pêvajoya dermankirina wî ji malê didome.
Parêzgarê Diyarbekir di peyama xwe de dibêje, rewşa wî gelek baş e û çi rewşeke neyînî heta niha derneketiye holê.