Lavrov: Piştgiriya Amerîka ji bo cudaxwazan li Sûriyê binpêkirin e

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir, ew naxwazin Amerîka bi darê zorê Amerîka ji Sûriyê derxînin.
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov
Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov radigihîne, piştevaniya Amerîka ji grûpên cudaxwaz ên Sûriyê re, binpêkirina biryara navdewletî 2254 e.

Sergey Lavrov îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, dagîrkirina xaka Sûriyê ji aliyê Amerîka ve, dizîna samanên wî welatî û piştevaniya wê ji grûpên çekdar ên cudaxwaz re, li dijî biryara navdewletî 2254 e.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê diyar kir, ew naxwazin Amerîka bi darê zorê ji Sûriyê derxînin, lê ew jê daxwaz dikin ku êrîşî baregehên hikûmeta Sûriyê nekin.

Pêştir jî Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çendîn caran ragihandibû, Amerîka hewl dide Sûriyê dabeş bike û dewleteke Kurdî li rojhilatê Firatê ava bike. Herwiha gotibû jî, Amerîka rê nade deverên ku di destê hevpeymanên wê de ne (HSD) vegere bin serweriya dewleta Sûriyê.

Derbarê êrîşên Îsraîlê li ser Sûriyê de, Sergey Lavrov ragihand, ew bi Îsraîlê re di nava pêwendiyan de ne û wan daxwaz kiriye ku Îsraîl êrîşên xwe rawestîne û got: “Rûsya naxwaze Sûriye bibe meydana nakokiyên Îsraîl û Îranê.”