Cihê lidarxistina merasîma Joe Biden hat valakirin

Li gor medyaya Amerîkayê, ji ber gefa ewlehiyê ya derekî, avahiya Kapîtol a li Washingtonê hat girtin.

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor medyaya Amerîkayê, ji ber gefa ewlehiyê ya derekî, avahiya Kapîtol a li Washingtonê hat girtin û rewşa awarte li bajêr hat ragihandin û ji xelkê deverê û ji karmendên di nav avahiyê de ne, tê xwestin ku ji odeyên xwe dernekevin û xwe ji pencereyan dûr bixin û biçin nav kûrahiya odeyan.

Li gor zanyariyan, nameyek gihiştiye destê hemû karmendên avahiya Kapîtolê û tê de hatiye gotin; “hemû cihên di nav avahiya Kapîtolê de di bin gefa ewlehiyê ya derekî de ye, rê li têketin û derketina ti kesî nayê dayîn û divê ji pencere û deriyan dûr bikevin”.

Herwiha hatiye diyarkirin; “Cihê ku ji bo lidarxistina merasîma destbikarkirina Joe Biden weke Serokê nû yê Amerîkayê hatiye amadekirin, hat valakirinê.”

Li aliyê din, çalakvanan li ser Twitterê çend vîdeo belav kirine, ku di dîmenan de xuya dike, dûman ji cihê avahiya Kapîtol bilind dibe, lê di vîdeoyê de jêdera wê dûmanê û sedema wê nehatiye diyarkirin.